Doza Çaglar Demîrel taloqî 27'ê Îlonê hat kirin 2022-05-12 10:50:26     AMED - Ji bo ku Çaglar Demîrel bersiva “Em gotinên wî lê vedigerînin” dabû Serokkomar Erdogan ê heqaret li partiya wan kiribû, bi îdiaya “heqaretê” doz lê hatibû vekirin. Doza Çaglarê ku daneşîna wê hat kirin taloqî 27'ê Îlonê hat kirin..    Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan heqaret li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiribûn û ew kiribû hedef. Serokwekîla Koma Meclîsê ya HDP’ê ya wê demê Çaglar Demîrel jî bi gotina “Em gotinên wî hemûyan lê vedigerînin” bersiva Erdogan dabû. Ji ber vê gotinê bi “heqareta li serokkomar” doz li Çaglarê hatibû vekirin. Danişîna doza Çaglar li 14’emîn Dadgeha Ceza ya Asliyeya Amedê hate dîtin. Di danişîna ku Çaglar tevli nebû de parêzerê wê Serdar Çelebî amade bû. Parêzer Serdar Çelebî, diyar kir ku di asta heyî de tiştekî ku bibêjin nîne û xwest daxwazên wan ên di danişîna beriya niha de bi lêv kiribûn bên qebûlkirin. Dozger jî ji bo kêmasiyên heyî bên temamkirin û mûtalaya xwe amade bike xwest dosya ji wî re bê şandin.    Dadgehê, biryar da ku ji bo dozger mutaalaya xwe ya derbarê esasê de amade bike dosya jê re bê şandin û doz taloqî 27’ê Îlonê kir.