Bilêta balafirê wekî delîl hat nîşandan: Heta 15 salî ceza hat xwestin 2022-05-11 11:48:09   AMED - Di rûniştina rojnameger Hatice Şahin a hat dîtin de dozger bilêta balafirê wekî delîl nîşan da û daxwaza cezayê girtîgehê yê 15 salî kir.    Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de di 18'ê Cotmeha 2018'an de xebatkara Rojnameya Yeni Yaşamê Hatice Şahin hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan. Piştre derbarê Haticeyê de bi iddiaya "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. 7'emîn rûniştina doza rojnameger Hatice Şahin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Haticeyê beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerê Haticeyê, Resul Temur beşdarî rûniştinê bû.    Ceza hat xwestin   Di mutalaya meqama iddiayê pêşkeş kir de hat diyarkirin ku Haticeyê li ser navê rêxistinê di nava welat de faliyet daye meşandin, çalakî organize kiriye. Her wiha meqama iddiayê diyar kir ku Haticeyê bi balafirê ji Amedê çûye Stenbolê da ku faliyetên KCD'ê bidin meşandin. Ji "endamtiya rêxistinê" heta 15 sal cezayê girtîgehê ji Haticeyê re hat xwestin.    Parêzer Resul Temur da zanîn ew tevlî mutalaya meqama iddiayê nabe û ji bo amadekirina parastinê dem xwest.   Şandeya dadgehê biryara berdewamkirina kontrola edlî ya Haticeyê da û xwesteka demê ya parêzer qebûl kir. Rûniştin taloqî 19'ê Îlonê hat kirin.