Polîsên di doza 5'ê Hezîranê de dihatin darizandin berat kirin 2022-05-10 13:32:09   AMED - Ji ber êrişa DAÎŞ'ê ya li dijî mîtinga HDP'ê ji bo çar polîsan ji ber "îhmala peywirê" cezayê girtîgehê hatibû birîn. Polîsên di doza êrişa 5'ê Hezîranê de dihatin darizandin berat kirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 5’ê hezîrana sala 2015’an de li Qada Îstasyonê ya Amedê mitîngek li dar xist û endamê DAIŞ’ê Orhan Gonder di êrişê de bombe teqand. Di êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn. 7 jê amir bi giştî derheqê 14 polîsan de bi sedema ku "îhmala peywirê" doz hatibû vekirin. 4’emîn Dadgeha Cezayên Asliyeyê ya Amedê bi vê sedemê 2 meh û 15 roj cezayê girtîgehê dabû 4 polîsan. Lê piştre polîsan cuda cuda îtîraz kiribûn û li ser vê yekê jî 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di meha sibatê de ev ceza xera kir. Dadgehê di biryara xwe ya bihincet de diyar kir ku nabe ku ji bûyerê polîs bên sûcdarkirin û ji ber ku gilêş berhev nekiribû, sûc xiste stûyê şaredariyê.   Dadgehê nehişt ku rojnameger dozê bişopînin   Piştî ku biryar hatiye xerakirin, darizandina polîsên bersûc Mefaret S., Akın D., Alî K. û Mûrat D. li 14’emîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Amedê berdewam kir. Dadgehê nehişt ku rojnameger dozê bişopînin. Parêzerên gilîkeran Nadîde Kurul, Zeynep Işik û parêzerên bersûcan di danişînê de amade bûn. Dozger xwest ku bersûc ji ber bi sûcên pê tên tawanbarkirin, ceza bigirin.   Parêzerên bersûcan jî xwestin ku şandeya dadgehê li gorî biryara 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tev bigere. Parêzerên gilîkeran jî diyar kirin ku bila bi sedema "îhmala peywirê" ceza li polîsan bê birîn.    Ji bo 4 polîsan biryara beratê da   Şandeya dadgehê jî biryara xwe ragihand û li gorî biryara 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku digot; “Şaredariyê gilêş kom nekiriye lewma bombe nehatine tespîtkirin û nabe ku polîs werin sûcdarkirin” tev geriya û ji bo 4 polîsan biryara beratê da.