Serlêdana ji bo Makbule Ozer a 80 salî û ji sedî 52 astengdar hat redkirin 2022-05-10 12:07:52   WAN - Derket holê ku serlêdana ji bo cezayê Makbule Ozer a 80 salî û ji sedî 52 astengdar e veguhere hepsa malê hat redkirin.    Li navçeya Artemêtê ya Wanê di 24'ê Tîrmeha 2018'an de Makbule Ozer a 80 salî û hevjînê wê Hadi Ozer ê 79 salî bi serdegirtina mala wan a ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Cezayê salekê û 13 mehan ê dadgeha herêmî dabû ji aliyê dadgeha bilind ve hatibû erêkirin. Li ser vê yekê Makbûle û Hadî do ketin girtîgehê.    Li ser vê yekê serlêdana bila cezayê makbûleyê veguhere hepsa malê hatibû kirin lê belê ev ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Wanê hat redkirin.