‘Doza li Şefîka Gultekîn hatiye vekirin wijdanan birîn dike’ 2022-05-08 09:02:30     STENBOL - Parêzera malbata Pinar Gultekîn, Kubra Denîz Çelîk, da zanîn ku doza ku gumanbarên wê diyar in du sal in biryara wê nehatiye dayîn û doza li dayika Pinarê, Şefîka Gultekîn hatiye vekirin jî nirxand û got wijdana cemawerî birîn dike.   Li Muglayê di 21’ê tîrmeha 2020’an xwe xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn ji aliyê Cemal Metîn Avci û xizmên wî ve hat qetilkirin û di 11 rûniştina dozê de hîna jî biryar derneketiye. Li aliyekî din li dayika Pinarê, Şefîka Gultekîn bi  hinceta li salona dadgehê bertek nîşan daye doza cemawerî hat vekirin û di 12’yê cotmehê de wê rûniştin li Edliyeya Muglayê bê dîtin. Yek ji parêzerên malbata Gultekîn Kubra Denîz Çelîk da zanîn ku tevî ku gumanbarên dozê diyarin du sale biryar nehatiye dayîn û doza li Şefîkayê hatiye kirin jî wijdana cemawerî birîndar dike û got divê doz li gumanbar bihata vekirin.   ‘Divê doz li gumanbar bihata vekirin’   Kubrayê daxuyakirin ku Şefîka Gultekîn di rûniştina 4’emîn a 26’ê nîsana 2021'ê de ku gumanbar Cemal Metîn Avci îfade dida de, ji ber rewşa psîkolojîk bertek nîşan daye û wiha vegot: “Di heman rûniştinê de gumanbar Cemal Metîn Avci ji bo Pinar Gultekîn ku bi çavsorî qetil kiribû, got ‘eskort’. Piştî vê Şefîka Gultekîn gotinên wekê ‘Ez ê te bikujim kuçik’ anî ziman û li ser vê der barê Şefîkayê de gilî kirin. Li ser vê lêpirsîn hat meşandin. Lihevkirin nebû û der barê wê de îdianame hat amadekirin û hat qebûlkirin.”    Ji 4 salan heta 4 mehan daxwaza cezayê girtîgehê   Kubrayê destnîşan kir ku bi sûcdariya tehdîd û heqeretê doza cemawerî hatiye vekirin û ev tişt anî ziman: “Di xala 125’emîn a TCK’ê de ji 3 mehan heta 2 salan cezayê girtîgehê tê ferzkirin, ji ber heqereta aşera bû dikare ji sedî 1/6z bê zêdekirin. Sererastkirina qanûnê wisa ye. Sûcê tehdîdê di xala 106’an TCK’ê de tê sererastkirin. Ji 6 mehan heta du salan ceza pêwist dike. Bi sucdariya mijara gotinê ye wê darizandin bê kirin.”   Du sale der barê gumanbar de biryar derneket   Kubrayê balkişand ser doza Pinar Gultekîn ya du sale didome û wiha pê de çû: “Tevî du sale doz didome cezayek derneketiye. Lê gotinên dayikeke dilşewat bi lez û bez  dkin rojevê û dozê vedikin. Di vê nokteyê de gotina bê ziman tune. Bi bertek gotinên hatine ziman hene. Ev rewş bi rastî jî xof e. Doza gumanbar têde tê darizandin jî rûniştina wê ya 12'yemîn wê di 16’ê gulanê de li Sêyemîn Dadgeha Cezaya Giran a Muglayê bê dîtin.”   ‘Wijdana gel nerehet dike’   Kubrayê diyar kir ku di doza ku Metîn Cemal Avci û malbata wî tê darizandin de, ji wan pirtirk, malbata Pinarê û jiyana wê ya taybet tê darizandin û wiha daxuyand: “Me bi dehan carî daxwaza reda dadger kir. Lê ev daxwaza me nehat dîtin. Gumanbar ji Pinarê re got eskort û heyeta dadgehê tu bertek nîşan neda. Lê li dayika dilşewat bi lez û bez doz vekirin. Ev jî wijdana cemawerî birîn dike.”   ‘Em ji vê rûniştinê jî biryarê napên’   Kubrayê dawiya axaftina xwe de anî ziman ku wê her tim ligel malbatê cih bigirin û şopdarê dozê bin û wiha dawî lê anî: “Em ê rûniştina 12’yemîn bibînin. Em ji vê rûniştinê jî biryarên napên. Em dixwazin gumanbar cezayê pêwist bigire.”