'Jin ji bo rihê Peymana Stenbolê bidin jiyîn li wir bûn' 2022-05-03 09:01:39     Şehriban Aslan   AMED - Cîgira Serokatiya Baroya Amedê Zuhal Işik a beşdarî doza li Dadgeha Bilind a têkildarî Peymana Stenbolê bû wiha got:"Dîtina hevpar a jinên beşdarî rûniştinê bûn ew bû ku Peymana Stenbolê ji bo wan xeta sor e. Jin ji bo rihê Peymana Stenbolê bidin jiyîn li wir bûn."   Tirkiye bi biryara Serokkomarê AKP'yî Tayyip Erdogan di 20'ê Adara 2021'ê de ji Peymana Stenbolê vekişiya. Li her aliyê Tirkiyeyê rêxistinên jinan, rêxistinên siyasî, baro, rêxistinên civaka sîvîl, sendîka, bi sedan jinan ji bo Dadgeha Bilind vê biryarê bide sekinandin serlêdan kiribûn. Lijneya Daîreyên Doza Îdarî ya Dadgeha Bilind (ÎDDK) bi hinceta "Li gor makeqanûnê rayeya meşandinê di destên Serokkomar de ye, rayeya meşandinê di bidawîkirina peymana di nava miletan de heye" îtiraz red kiribû.    Tevî îtiraza ÎDDK'ê jî di nava pêvajoyê de bi hezaran jinî serî li Dadgeha Bilind dabûn. Li ser vê yekê di 28'ê Nîsanê de li Dadgeha Bilind li ser daxwazên 10 saziyan hevdîtin pêk hatin. Ji gelek aliyên Tirkiyeyê parêzer, komeleyên jinan, baro, beşdarî rûniştinê bûn û bal kişandin ser girîngiya Peymana Stenbolê.    Yek ji parêzerên di rûniştinê de cih girt û serî li Dadgeha Bilind dabû Cîgira Serokatiya Baroya Amedê Zuhal Işik bû. Zuhalê têkildarî rûniştinê nirxandin kir.    'Xeta me ya sor e'   Zuhalê bi lêv kir ku ramana hevpar a hemû parêzer û beşdarên li rûniştinê "Peymana Stenbolê xeta me yar sor e" bû û got:"Jinan digotin çi dibe bila bibe em dev ji Peymana Stenbolê bernadin. Daxwaza jinan ew bû ku darizandineke bêalî û azad pêk were. Hemû daxwaz li ser vê yekê bû. Çimkî vekişandina ji Peymana Stenbolê ne karê ku Serokkomar bi serê xwe bike ye. Biryara betalkirinê aîdî meclîsê ye. Diyarkirina zagon, guhertin û rayeya rakirinê aîdî TBMM'ê ye. Loma me diyar kir ku vekişandina ji Peymana Stenbolê li gor makeqanûnê ye."   'Jinan careke din hêza xwe nîşan dan'   Zuhalê da zanîn ku cara ewil wê rûniştineke wiha qelebalix dîtiye û wiha pê de çû:"Ev serokê dadgehê bi xwe beyan kir. Hemû parêzer piştî derbasî hundur bûn şûnde hinek rêxistinên jinan li derve man. Dema hempîşeyên me dest bi axaftinê kirin agahî hat ku polîs mudaxaleyî jinan dikin û wan binçav dikin. Dema ev yek ji şandeyê hat ragihandin şandeyê jinên li derve jî man girt hundur. Rûniştinê dewam kir."   'Mutalaya hat dayin hêvî da me'   Zuhalê bi lêv kir ku piştî dozger mutala pêşkêş kiriye çepik hatine lêxistin û wiha domand:"Baweriya hemû parêzeran û her kesî ya hevpar ew bû ku ev karê îdarî ne li gor makeqanûn û hiqûqê ye û divê ev biryar bê betalkirin. Mutalaya dozger a bi vî alî ve ji bo me bû hêviyek. Ev yek jî baweriya me ya dayineke biryara bêalî ya şandeyê xurt dike. Her wiha dema Peymana Stenbolê hat îmzekirin zagona hejmara 6284'an ket meriyetê. Vekişandina ji peymanê vê zagonê jî dixe talûkeyê. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku dozger li ser esasê vê mutalayê biryarê bide."   'Rihê peymanê hîn tê jiyîn'   Zuhalê herî dawî cih da van gotinana:"Tiştê herî bi qîmet ê li rûniştinê enerjî û têkoşîna jinê bû. Jinan bi caran di rûniştinê de diyar kirin ku ew hîn rihê Peymana Stenbolê didin jiyîn. Pêkan e ku em behsa rihê têkoşînê yê di rûniştinê de bikin."