Parêzera KCDP’ê Leyla: Doza li komeleyê hatiye vekirin polîtîk e 2022-05-02 09:05:13   Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Parêzera KCDP’ê Rukiye Leyla Suren doza feshkirina li KCDP’ê hatiye vekirin nirxand û da zanîn ku endamên komeleyên tên qeydkirin û di vê pevajoyê de ew tenê nameşin.   Komeleya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin di 2010’an de bi malbatên jinên hatine qetilkirin re hat vekirin. Lê bi daxwaza Walîtiya Stenbol û Maseya Komeleyan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve bi hinceta gilîkirina mêrên ‘mexdûrên nefeqeyê’ doza feshkirinê hat vekirin. Hinceta dozê jî ev e ku ‘komele yekîtiya malbatê xera dike’ û her wiha parvekirinên komeleyê yên der barê siyasetmedar Sebahat Tuncel, Fîgen Yuksekdag û Gultan Kişanak de û ev parvekirin wek îdiayên ‘van jinan diparêzin û civakê parçe dikin’ cih girtin.   Parêzer Rukiye Leyla Suren der barê doza girtina der barê komeleyê de ji ajansa me re axivî û da zanîn ku ev doz ne tenê li hember komeleyê li hember hemû têkoşîna jinê ye. Ji 2018’an heta niha rastî lêpirsînan tê   Leylayê bi lêv kir ku bi teblîgata danîne ber derê komeleyê ji dozê agahdar bûne û doza di Kanûna 2021’ê de hatiye vekirin di 8’ê Adarê de hatiye teblîgkirin û got ev ne tesaduf e. Leylayê ev tişt anî ziman: “8’ê Adara borî bi coş derbas dibû. Peymana Stenbolê bi yek îmzeyê hatibû fehskirin. Li Tirkiyeyê li hember muxalefet, mafê jiyanê, mafê civakî û siyasî ya jinan doz tên vekirin. Di 2018’an de ji bo li komeleyê doz bê vekirin Walîtiya Stenoblê ewraq şand ji dozger re û nêzî du salan dozgeriyê ji Walîtiyê delîlên şênber xwest. Ji ber dozger delîl nehatin pêşkêşkirin di 2020’î de doz bi daxwaza girtinê hat radestkirin. Salek şûnde Walîtî dîsa daxwaz dike. Dozger êdî radest nake û dozê vedike. Yanî sê sal in hewldanên wan hene û mixabin piştî doz vedibe em agahdar dibin.”   Endamên komeleyê hatin qeydkirin   Leylayê diyar kir ku mêrên jê re dibêjin ‘mexdûrên nefeqeyê’ gilî kirine û di encama vê de doz hatiye vekirin û wiha pê de çû: “Lê mexdûrên esas ên nefeqeyê jin in. Polîsan bi awayekî dijhiqûqî qeydên sicîla edlî ya rêveberên komeleyê û bernameyên qanûnî yên tevlî bûne kirine dosyayê. Dema dosya hatiye amadekirin jî bi awayekî mafên şexsî bê binpêkirin qeyd kirin. Ji me ji komeleyê tu daxuyanî nayê xwestin. Mafê me yê darizandina adîlane tê astengkirin. Dosyayên ku jin tê de mexdûr in wisa bi lez pêş nakevin. Lê der barê komeleya me de her tiş bi lez û bez tê meşandin. Parastina me jî nayê girtin.”   Komeleya qêrîna jinên dibêjin ‘em naxwazin bimrin’   Leylayê axaftina xwe wiha domand: “Çawa ku kuştinên jinan polîtîk in, doza li komeleyê hatiye vekirin jî polîtîk e. Hewl didin me bi şîdeta ku newekheviya zayendî ya civakî û baviksalariyê afirandiye re rû  bi rû bihêlin. Di nav damezrînerên komeleyê de  malbatên jinên hatine qetilkirin, jinên rastî şîdetê hatine, jinên li fabrîka û kargeriyan rastî mobîngê hatine hene, jinên nefeqeyê nagirin hene. Jinên şîdeta aborî û psîkolojîk dîtine hene. KCDP û komeleyên din ên jinan ji aliyê jinên ku qîrina ‘ez naxwazim bimrim’ ve hatiye avakirin. Ji bo jin bijîn em têdikoşin. Tu kes nikare vî dengî bibire. Şîdeta li ser jinê polîtîk e. Ev demek dirêj e em hedef in.”   Yekane komeleya ku rapor amade kiriye   Leylayê her wiha bal kişand ser dosya Nahîde Opuz û got: “DMME’ê di 2009’an de di dosyayê de ji ber Tirkiye dijberî qedexeya newekheviyê tevgeriyaye cezayê pere da. Ji 2009’an heta 2022’yan dewlet ji bo kêmasiyên xwe çareser bike tu pêngav neavêt. Peymana Stenbolê bi awayekî dijqanûnî fehs kirin û tam di salvegera feshkirinê de li komeleyê doz vekirin. Di vir de encama ku hedef ne em tenê ne derdikeve holê. Yekane komeleya ku rapor girtiye em in. Me wek platform 11 dosyayên jinan ku gotin întîxar kirine, tespît kir ku cînayet in. Parvekirinên der barê Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak û Fîgen Yuksekdag de jî  wek sûc hatine nirxandin. Di parvekirina siyasetmedaran de tu tiştekî li dijî hiqûqê tune ye. Dildarên me der barê destnedanên kesên darizandina wan didome de peyam parve kirin. Di vir de tiştekî dijberê hiqûqê tune ye. Tevgera jinên muxalefeteke pir xurt e. Em dizanin ku em tu car tenê nameşin. Rûniştina me di 1’ê Hezîranê de li Edliyeya Çaglayanê ye. Em banga piştevaniyê li hemû jinan dikin.”