Parêzer bi 300 pirsan ji doza Denîz Poyraz re amade ne! 2022-04-28 10:01:39   ÎZMÎR - Danişîna 3'yemîn a doza Onur Gencer ê ku di 17'ê hezîranê de Denîz Poyraz di êrişa çekdarî ya li ser HDP'a Îzmîrê  pêk anî de qetil kir, wê sibe li 6'ewmîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakliyê bê dîtin. Hat diyarkirin ku parêzeran ji bo lêpirsînê 300 pirs amade kirine.   Danişîna 3'yemîn a doza Onur Gencer ê ku di 17'ê hezîranê de Denîz Poyraz di êrişa çekdarî ya li ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê  pêk anî de qetil kir, wê sibe li 6'ewmîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakliyê bê dîtin.    Beriya Daneşînê di serî de Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz, rêxistinên jinan, rêxistinên girsyeyî yên demokratîk, partiyên siyasî û rêxistinên hiqûqê  banga tevlibûna dozê kirin.    Psarêzeran 300 pirs amade kirine   Di daneşîna 3'emîn a ku wê sibe bê dîtin de li bendê ye ku bersûc bê lêpirsînkirin. Hat diyarkirin ku parêzeran jî ji bo lêpirsînê  amadekarî kirine û di vê çarçoveyê de 300 pirs amade kirin. Herwiha hat aşkerakirin ku 600 parêzeran jî daxwaza ku tevli dozê bibin kirine. Li bendê ye ku sibe gelek kes tevli daneşîna dozê bibe.