Ji bo girtiyan banga hestiyariyê: Girtiyan berbi mirinê dibin 2022-04-24 09:03:25     Hîkmet Tunç   WAN - Rêvebera ÎHD’a Wanê parêzer Jiyan Ozkaplan da zanîn ku binpêkirinên mafan yên li girtîgehan der barê şewitandina înfaza girtiyane û got îdareyên girtîgehan li gorî mevzuatê tevnagerin. Jiyanê banga hestiyariyê li hemû parêzvanên mafê mirovan û rêxistinên navneteweyî kir.   Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li hemû girtîgehan jî tê meşadin û bi tecrîdê re binpêkirinên mafan giran dibin. Pêkanînên kêfî yên îdara girtîgehê, veguherîne rêbazên îşkencê. Xizmên girtiyan û parêzvanên maf li diji vê bername û çalakiyên cuda pêk tînin.   Heyeta ji Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) pêk tê li girtîgeha Tîpa S ya Îdîr, li girtîgeha Tîpa L ya Panos û girtîgeha Ewlehiya Bilind a wanê bi îdare û girtiyan re hevdîtin kir û di encam vê de binpêkirin derketin holê.   Rêvebera ÎHD’a Wanê Jiyan Ozkaplan ya di heyetê de cih digirt,  der barê serdana li girtîgeha Tîpa L ya Panosê de ji ajansa me re nirxandin kir.   ‘Êrîşê girtiyan dikin’   Jiyanê da zanîn ku li girtîgeha Tîpa L ya Panosê ku gelek binpêkirin tên jiyîn herî dawî sê girtî ji aliyê 60 gardiyanî ve tên îşkencekirin û der barê îşkencê de ew çûne girtîgehê. Jiyanê wiha bi lêv kir: “Pêkanînên li dijî rumeta mirovahiyê xistine dewrê. Ji girtiyan der barê binpêkirinan de name hatin şandin. Em bi heyetê re çûn îdara girtîgehê serlêdana me red kir. îdareyên daxwazên me qebûl kirin jî em fikarên wan dibinin. Ew ditirsin. Sedema tirsa wan jî pêkanînên dijhiqûqî ne. Me tenê bi girtiyan re hevdîtin kir. Girtî ji ber pêkanînên kêfî qebûl nakin tên derbkirin.”   '60 gardiyanî îşkence li 3 girtiyan kiribû’   Jiyanê her wiha destnîşan kir ku girtî bi lingên tazî li ser betonê dane sekinandin, jimartin kirine û wiha pê de çû: “Ji ber hewaya sar û ji ber girtiyên temenê wan mezin hebûye, bertek nîşan dane. Gardiyanan gotinên provakatîf gotine û êrîş kirine. Gardiyan li dijî vê dertê û 60 gardiyan êrîşê sê girtiyan dikin. Bi awayekî cîdî tên derbkirin. Milê yekî girêdayê bû. Li pişta yekî şopa derbê hebû. Li girtîgeha ev êrîş hatibû jiyîn qeda deng jî ketibû rojevê.”   Pirtûkan bi hinceta qedexeye şûnde digirin   Jiyanê diyar kir ku li girtîgeha Tîpa L ya Panosê girtî avê bi pere digirin, ava ji bo serşoyê bikar tînin jî hemû qirêje û ev nirxandin kir: “Dîsa pirsgirêka xwarinê heye. Ji bo koxuşa 30 kesî xwarina têrî 5 kesî dikin didin. Di xwarinan de jî gelek caran madeyên plastîk tên dîtin. Radyon bi kêfî tên desteserkirin. Pirtûkên îdare didin bi hinceta qedexene piştre şûnde tên girtin. Ava germ demek kurt tê dayîn. Alavên paqijiyê kêm tên dayîn. Girtiyên li dijî vê dertên jî  cezayên hucre û dîsîplînê tên dayîn. Di lêgerînan de gardiyan zirarê didin alavên şexsî yên girtiyan. Her wiha nameyên ku girtî dişînin DMME, DDB û TBMM’ê jî tên astengkirin.”   ‘Sedem şewitandina înfazane’   Jiyanê got sedema êrîşan a li hember girtiyan ev e ku pêşî lê bê girtin ku ji daxistina rewşa baş fêdeyên negirrin, înfazên wan bên şewitandin û wiha vegot: “Ligel vê mevzuatên netewî û navneteweyî bi awayekî kêfî tên bipêkirin. Rêveberiyên girtîgehan li gorî xwe pêkanînan dikin jiyanê. Li Panosê yek ji pirsgirêka herî girîng ev e ku girtiyan nabin nexweşxanê. Ji bo dermankirina diranan daxwazên tên kirin pêk nayên. Girtiyê bi navê Reşat Hamîtoglu 5 sale diranên wî nayên çêkirin û bê dirane. Di sala dawî de zext zêde bûne. Ji ber zextan gelek girtî biguman jiyana xwe ji dest didin an jî berbi întîxarê ve diçin. Em dibînin ku îdareyên girtîgehê alavên wekê ben, jîlet didin girtiyan. Ev jî tê wateya bigirin întîxar bikin. Divê demildest binpêkirinên li hember girtiyan bidawî bin. Divê rayagiştî ya navneteweyî û  parêzvanên maf bertek nîşan bidin.”