Cezayê li Rojnamegeran hatibû birîn erê kirin 2022-04-14 16:09:06   STENBOL - Cezayê li Rojnamegerên ku ji doza sereke ya Ozgur Gundemê dihatin darizandin hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Edlî ya Herêmê ve hat erêkirin.    Danişîna biryarê ya doza sereke ya Rojnameya Ozgur Gundem a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin di 15’ê Sibatê de li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hatibû dîtin. Li Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameyê Kemal Sancili, Midurê ji Karên Nivîsê Berpirsyar Înan Kizilkaya, Gerînendeya Weşana Giştî ya Nobedar Eren Keskîn û Gerînendeyê Weşana Giştî Zana Kaya bi îdiayên “Xerakirina yekitî û yekparêbûna dewletê” , “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” bi giştî 20 sal û 10 meh cezayê hepsê hatibû birîn. Serdozgerê Komarê yê Stenbolê ku cezayê hatiye dayîn kêm dît, îtîrazî biryarê kiribû û xwestibû ku bersûc ji her sûcdariyên di îdianameyê de cuda cuda bên cezakirin. 27’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Stenbolê ku îtîraza dozger di cih de nedît, serlêdan red kir.    Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Stenbolê 20 sal û 10 meh cezayê bi giştî li rojnamevanan hatibû birîn, erê kir.    Di danişîna 15’ê Sibatê de hatibû dîtin de bi îdîayên “Xerakirina yekitî û yekparêbûna dewletê” , “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatibû xwestin ku Kemal Sancili, Înan Kizilkaya û Eren Keskîn bên cezakirin. Dadgehê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh li Eren Keskîn û Kemal Sancilî ji bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” jî 2 sal û mehek cezayê hepsê li Zana Kaya birîbû.