10 sal ceza li Umîtcan Uygun birîn 2022-04-13 12:53:44   ENQERE - Danişîna doza kiryar Umîtcan Uygun îro hat dîtin. Heyeta dadgehê li dijî daxwaza dozger a "Cezayê giran a muebetê" 10 sal ceza li Umîtcan birî.    Esra Hankulu, di 5'ê tebaxa 2021'ê de li taxa Akdere ya navçeya Mamaka Enqerê li malê mirî hat dîtin. Derbarê mirina wê de Umîtcan Uygun hat girtin û bi sûcê "bi qestî kuştina ku kesê ku nikare xwe biparêz e" de bi cezayê giran a muebetê hat darizandin. Her wiha Dîlan Cîvelek û Furkan Gurgîl ê ku delîlên sûc ji holê rakirine tên darizandin. Danişîna dozê îro li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin.    Parêzerên Esra Hankulu, malbata wê û hevalên wê, gelek jin û ciwan tevlî danişînê bûn.    Kiryar Umîtcan Uygun û parêzerê wî û malbata wî jî tevlî danişînê bûn. Kiryar bi bedl tevlî danişînê bû. Her wiha di salona danişînê de bi hinceta ewlehiyê gelek polîs û leşker hatin bi cih kirin.    Piştî tespîtkirina nasnameyan danişîn dest pê kir. Parêzerê Umîtcan ji bo temaşekirina dîmen û wêneyan dem xwest û her wiha daxwaza serbestberdana wî kir.    Parezêren Esrayê li dijî dem xwestinê derket û daxwaza biryardayînê kir.    Kiryar Umîtcan parastina xwe ya dawiyê kir û daxwaza tahliya xwe kir.    Heyeta dadgehê piştî navberê li dijî mutalaya dozger a "Cezayê giran a muebetê", 10 sal ceza li gorî xala "Birîndarkirina bi qestî" li Umîtcan birî. Her wiha biryar da ku rewşa wî ya girtî berdewam bike. Furkan Gurgîl û Dîlan Cîvelek ên ku bi sûcê "Veşartina delîlên sûc" dihatin darizandin salek û 6 roj ceza li wan hat birîn.    Parêzerên Esrayê li dijî biryarê derketin û da zanîn ku dê dosyayê bişînin temyîzê.