Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê 2022-04-12 11:03:03   ENQERE - Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin, li 13 bajaran derbarê 91 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn.    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin, li 13 bajaran derbarê 91 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Hat diyarkirin ev operasyona binçavkirinê di bin navê “Lêpirsîna Kobanê” de hatiye destpêkirin û heta niha 46 kes hatine binçavkirin.    Operasyona serdegirtina malan li bajarên wek Amed, Riha, Stenbol, Edene, Mêrsîn û gelek bajarên din hatiye lidarxistin. Hat zanîn ku hevşaredarên HDP’ê yên berê jî di nav de gelek kes hatine binçavkirin.     Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Hevşaredarê Akdenîzê yê berê Fazil Turk, xebatkarên Şaredariya Akdenîzê yên berê Hasan Çat, Selamî Turan û Ulfiye Özcan, xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê parêzer Metîn Kilavuz, Hesapgirê HDP’ê yê berê Zekî Çelîk. Rêveberê HDP’a Edeneyê Mustafa Bîlgîç, Şefîk Ozbey, Necmettîn Aslan.     Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê têkildarî lêpirsînê daxuyaniyek nivîskî weşand. Li gorî vê daxuyaniyê tê îdiakirin ku kesên di “di bûyerên Kobanê de alîkariya malî kirine, alîkariya madî dane malbatên endamên PKK’ê yên mirine û birîndar bûne” hatine binçavkirin.