Di dema axaftina Zeynep, Gultan û Fîgenê de ceyrana eywaneya danişînê hat birîn 2022-04-08 15:45:08     ENQERE - Danişîna 11'emîn a Doza Kobanê ku li 108 siyasetmedaran hatibû vekirin di roja heştan de berdewam kir û di dema axaftinên siyasetmedar Zeynep Karaman, Gultan Kişanak û Fîgen Yuksekdag de 3 caran ceyrana eywana danişînê hat birîn.    Danişîna 11’emîn a Doza Kobanê di roja heştemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê berdewam dike. 22 jê girtî 108 kes ji dozê tên darizandin. Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, alîkarê Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, parlamenterên HDP'ê Kemal Pekoz, Omer Farûk Gergerlîoglû û rêveberên HDP'a Enqerê ji bo şopandinê tevlî dozê bûn.    Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê girtî li danişînê hatin amadekirin û siyasetmedarên din jî bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Hin siyasetmedar jî hincet nîşan dan û tevlî danişînê nebûn.    Di danişînê de destpêkê Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak û endamên berê yên MYK'a HDP'ê Mesût Bagcik û Îsmaîl Şengul mafê axaftinê girtin û axivîn. Gultan, da zanîn ku haya wan jê tunebûye ku wê şahid bên guharîkirin û biryara navberê bê dayîn. Mesût jî daxwaz kir ku di vê pêvajoyê de dev ji guhdarîkirina gilîker û şahidan bê berdan. Îsmaîl jî piştî ku parastina xwe kir daxwaza beraeta xwe kir.     Piştre Parêzer Kenan Maçoglû ket navberê û daxwaz kir ku daxwaznameya ku şahid Kerem Gokalp di 24'ê kanûna 2019'an de ji Serdozgeriya Komarê ya Enqerê re şandiye û biryara çavdêriya îdarî ya 2'yemîn Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Enqerê daye li dosyayê bê zêdekirin.    Serokê Dadgehê got ku wê daxwaza parêzer Kenan Maçoglû binirxînin û derbarê biryara berdewama girtina wan de ji siyasetmedarên girtî daxuyanî girt.    Li ser vê Endamê Pena-Kurd Nezîr Çakan, derbarê lêkolînakirina girtina xwe de axivî û derbarê eleqeya xwe ya bi dozê re pirsan kir û got ku çima û bi kîjan armancê li dosyayê hatiye zêdekirin.    Piştre Berdevkê berê yê HDP'ê Gunay Kûbîlay derbarê gotinên şahidan axivî û ji heyeta dadgehê re ev tişt got: "Heke hûn Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), Destûra Bingehîn nas nakin, tişta we girê dide çî ye?"   Piştr siyasetmedara girtî Zeynep Olbencî, Endama berê ya MYK'a HDP'ê Zeynep Karaman, Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag derbarê biryara berdewama girtina xwe de axivîn.    Dema axaftinên Karaman, Kişanak û Yuksekdag 3 caran ceyrana eywana danişînê hat birîn.