Rojnameger Hîkmet Tûnç îfade da 2022-04-08 12:57:48     WAN - Rojnameger Hîkmet Tûnç bi îdiaya di nûçeya xwe de "Heqaret" li qeyûm kiriye ceza lê hatibû birîn, Hîkmeta ku beyî îfade bide ceza lê hatibû birîn îtîraz kir. Di encama îtîrazê de doz carek din hat dîtin.    Di nûçeya ku "Piştî xirakirinê windabû" de bi îdiaya "Heqaretê" li qayûmê Bêgir Harûn Yucel hatiye kirin 8 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li rojnameger Hîkmet Tunç hat birîn. Beyî îfadeya Hîkmet bê girtin cezayek wisa hat dayîn. Parêzer derbarê cezayê de îtîraz kir û doz îro carek din hat dîtin.   Danîşina dozê di 4'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Wanê hat dîtin. Di danişînê de îfadeya Hîkmetê hat girtin. Hîkmet di îfadeya xwe de diyar kir ku heqaretê kesekî nekiriye û li ser esasê rojnamegeriyê nûçe çêkiriye.