Ji doza Ozgurlukçu Demokrasîyê ji rojnamegeran ceza hat xwestin 2022-04-07 14:29:19     STENBOL - Di doza 6 rojnamegan de meqama îddiayê ji bo ji rojnamegeran ceza hat xwest.   Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bi Biryarnameya Hukmê Qanûnan de (KHK) hatibû girtin. Derbarê 6 rojnamegeran doz hatibû vekirin. Rûniştina 3’yemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 23’yemîn a Stenbolê hate kirin. Rojnameger tevlî dozê nebûn. Parêzerên wan Sercan Korkmaz û Ozcan Kiliç amade bûn.   Dozger xwest rojnameger Mehmet Alî Çelebî, Hîcran Urun, Pinar Tarlak, Îshak Rasûl û Îhsan Yaşar bi hinceta ‘endamên rêxistinê ne’ û ‘propagandaya rêxistinê kirine’ werin cezakirin.   Parêzeran ji bo parastinê dem xwestin.   Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û rûniştin taloqî 14’ê Hezîranê kir.