Li nûçegîhana me Rabîa Onver doz vekirin 2022-04-07 11:04:53   WAN - Serdozgeriya Komarê ya Geverê derbarê nûçegîhana me Rabî Onver de ji ber parvekirinên wê yên li ser medya dijîtal bi îdaya "propagandaya rêxistinê kiriye îdaname amade kir.    Serdozgeriya Komarê ya Geverê derbarê nûçegîhana me Rabî Onver de ji ber parvekirinên wê yên li ser medya dijîtal bi îdaya "propagandaya rêxistinê kiriye lêpirsîna da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de di 1'ê Adarê de li Muduriyeta Polîsan a Geverê îfadeya Rabîayê hatibû girtin û ji derbarê parvekirinên wê yên li ser medya dijîtal de pirs hatibûn kirin.    Îdanameya ku bi hincetên pûç û vala ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Geverê ve hat amadekirin, ji ber ku Rabîa di dema parvekirinên xwe de li Wanê bû ji 1'emîn  Dadgeha Cezayê Giran a Wanê re hat şandin. Li bendê ye ku dadgeha îdaname qebûl kir di rojên bê de dîroka daneşîna dozê diyar bike.