Doza SES'ê bi beşdariyeke xurt dest pê kir 2022-04-06 12:56:57   ENQERE - Rûniştina yekem a doza Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey jî di nav de ya 8 rêveberên SES'ê bi beşdariyeke xurt dest pê kir.   Rûniştina yekemîn a doza ku li Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) û endamên MYK'ê hatiye vekirin dê îro li 22'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. Gelek rêveberên sendîka û rêxistinên civaka sivîl jî dê beşdarî rûniştinê bibin. Nûnerên Enternasyonala Xizmetên Cemaweriyê (PSI), Federasyona Sendîkayên Xizmetên Cemaweriyê ya Ewropayê (EPSU) û UNISON jî dê di çarçoveya piştevaniyê de dozê bişopînin.    Niha rûniştin bi parastina Gonulê didome.