Ji bo gumanbarê ku Naîleyê qetil kir cezayê muebeta giran 2022-04-05 09:12:16   Şehrîban Aslan   AMED - Cerdevan Orhan Çetîn ku jina pê re zewicandî Naîle Çetîn bi îşkenceyê qetil kir, bi cezayê muebeta giran hat cezakirin. Dadgehê diyar kir ku gumanbar îftereyan li Naîleyê dike û ceza danexist.   Li navçeya Pasûrê ya Amedê gumanbar Orhan Çetîn ên cerdevan bû di 2018’an de hevjîna xwe Naîle Çetîn bi îşkenceyê qetil kir. Piştre gumanbar hat girtin û serdozgeriya komarê ya Amedê der barê gumanbar de ji sûcê ‘kuştina hevjîna xwe ya bi eziyet’ îdianame amade kir. Îdianame ji aliyê 12’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û di meha sibatê de rûniştina biryarê hat dîtin.   Di îdianameya ku dozger amade kir de gumanbar îfadeyên gumanbaran ji rêzê kir û îdia kir ku Naîle bi kesekî din re têkiliya wê hebûye û li ser gumanan ew qetil kiriye.   Di encama otopsiya Tipa Edlî ya Amedê de hat diyar kir ku derbeke kuştinê li serê Naîleyê hebûye û di bedena wê de şopa îşkenceyê hatiye dîtin, birînên bedena wê giran bûne û sedema mirinê jî di encama girêdana dev û poz de pêk hatiye.   Dadgehê ji sûcekî din cezayê gumanbar taloq kir   Di heman îdianameyê de hat destnîşankirin ku gumanbar berê jî îşkenceya sîstematîk li Naîleyê kiriye û dosya hatiye vekirin li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Pasûrê ye lê dadgehê aşkerakirina hukum şûnde xistiye.   Ji dozger daxwaza muebeta giran   Dozger di îdianameya xwe de diyar kir ku gumanbar bi êşkişandin û îşkenceya maktul qetil kiriye û daxwaza cezayê muebeta giran kir.  Rûniştina biryarê di meha sibatê de li 12’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dadgehê diyar kir ku gumanbar sûcê ‘bi eziyet kuştina kesekî’ kiriye û biryara cezayê muebeta giran da. Her wiha dadgehê diyar kir ku cihê ku ceza bê daxistîn jî tune ye.