Derbarê bîranîna Mîraç Mîroglu de biryara bêşopandinê 2022-03-31 16:10:53   ŞIRNEX - Derbarê bîranîna Mîraç Mîroglu de, derheqê Elfesya Nas û Abdullah Oyav de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dozger derheqê Elfesyayê de biryara bêşopandinê da.    Di 3'ê îlonê de li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê, wesayîteke zirxî li zarokê 7 salî Mîraç Mîroglû qelibî û Mîraç jiyana xwe ji dest da. Serdozgeriya Komarê ya Hezexê, derbarê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin û piştî 3 rojan îfadeya polîs hat girtin û piştre jî hat berdan. Di lêpirsîna ku hatiye destpêkirin de Mîraç Mîroglu tawanbar hatibû nîşandan û ew "Bi qusir" hatibû dîtin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hezexê, di 5’ê îlonê de bi girseyî li cihê ku Mîraç hatibû qetilkirin bi bîr anîbû. Di bîranînê de daxuyanî ji aliyê endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a HDP'ê Elfesya Nas a ku ji peywîrê hatiye dûrxistin ve hatibû xwendin. Dozgeriya navçeyê bi hinceta "Sûcê heqaretê û gel tahrîkî kîn û dijminatiyê kiriye" derbarê Elfesya Nas û hûnermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Botanê Abdullah Ayav de di 12'yê Cotmeha 2021'ê de lêpirsîn dabû destpêkirin.    Serdozgeriya Komara Hezexê lêpirsîna ku meşand de derbarê Elfesya Nas a HDP'yî de biryara bêşopandinê da.