Rûniştina Rojnameger Bêrîtan Canozer hat taloqkirin 2022-03-31 12:05:27     AMED - Rûniştina Rojnameger Bêrîtan Canozer a ku ji ber hesabê medyaya dîjîtal ê ne aîdê wê ye bi iddiyaa "propagandaya rêxistinê" tê darizandin hat taloqkirin.   Rûniştina yekem a doza bi iddiaya "Propagandaya rêxistinê ya bi rêya çapemeniyê" li Rojnameger Bêrîtan Canozer hatibû vekirin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bêrîtan Canozer û parêzerê wê Resul Temur beşdarî rûniştinê bûn.    Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan, Parêzera Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) Ulku Şahin, MLSA, Woman In Journalist û gelek hempîşeyên Bêrîtanê beşdarî rûniştinê bûn.    Bêrîtanê sûcên li wê hatin kirin qebûl nekir û got hesabê Bêrîtan Sarya ne aîdî wê ye.    Parêzer Resul Temur jî di parastina xwe de diyar kir ku muwekîla wî ji roja ku rojnamegertiyê dike heta niha her tim bi destdirêjiya darazê rû bi rû maye û got wê hesabê Bêrîtan Sarya bi kar neaniye.    Dadgehê diyar kir ku ew ji parastina Bêrîtanê re nabêjin tiştek û got qebûlkirina daxwazên parêzer jî maye ji teqdîra dadgehê re.    Rûniştin hat taloqkirin   Dadgehê daxwazên parêzer red kir û biryar girt ku muzekkere ji 11'emîn Dadgeha Cezayê Gira a Amedê re bê nivîsandin û mînakeke dosyayê ji ser sîstema UYAP'ê bê xwestin û rûniştin taloqî 21'ê Hezîranê hat kirin.