Ji bo mêrê ku hewl da Dîlekê qetil bike daxwaza cezayê muebetê 2022-03-30 09:05:58     Şehrîban Aslan   AMED - Gumanbar Ahmet Bîtgîn hewl dabû ku jina pê re zewicandî Dîlek Bîtgîn qetil bike. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê gumanbar Ahmet Bîtgîn de îdianame amade kir û cezayê girtîgehê yê muebetê xwest.   Dîlek Bîtkîn ya li Bismil a Amedê dijiya di 10’ê mijdara 2021’ê de ji aliyê Ahmet Bîtgîn yê pê re zewicandî ve  bi çekê giranî hat birîndarkirin. Heman rojê gumanbar hat binçavkirin û 11’ê mijdarê de hat girtin. Hat diyar kirin ku xizma gumanbar Pakîze Bîtgîn jî delîl ji holê rakirine. Li ser bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê gumanbar de ji sûcên ‘teşebusê ji qestî kes kuştin’ û ‘Çeka bê ruhsat û gule girtin û li ser xwe gerandin’ û der barê Pakîze Bîtgîn de jî ji sûcê ‘tunekirina delîlan, veşartin û guhertin’ îdianame amade kir.   Gumanbar Dîlek bi giranî birîndar kir   Di îdianameyê de hat diyar kirin ku di 10’ê mijdara 2021’ê de li navçeya Bismil a Amedê gumanbar Ahmet Bîtgîn jina pê re zewicandî Dîlek Bîtkîn bi çekê birîndar kiriye û li ser îxbara ku birine Beşa Lezgîn a Nexweşxana Dewletê ya Bismilê, lêpirsîn hatiye destpêkirin. Her wiha hat gotin ji ber xetereya jiyanê ya Dîlekê ew rakirina Nexweşxana Fulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.   Ligel vê di îdianameyê de hat diyar kirin ku jina bi navê Pakîze Bîtgîn jî li mala ku bûyer pêk hatiye delîl ji holê rakirine.   Hewl dan çekê veşêrin   Dozger di îdianameyê de li dîmenên di dosyayê de cih digirin mêze kir û diyar kir ku O.B û H. saet di 21.08’an de Dîlek birine nexweşxanê û gumanbar jî li cihê bûyerê maye û hewl daye çekê veşêre.   Parastina mêr a ji rêzê   Gumanbar di îfadeya xwe de îdia kir ku Dîlek hevjîna wî ya bi mehra fermiye, du roj beriya bûyerê peyamek jê re hatiye û ji ber vê bi Dîlekê re nîqaş kiriye. Gumanbar îdia kir ku keça wî hatiye gotiye dayika wê li odeyê birîndare û sûcdarî qebûl nekir. Gumanbar bi vê parastinê, parastinên mêrên gumanbar yên her tim tên gotin anîn hişê mirovan.   Gumanbar rê da ber   Dozger di îdianameyê de jî wiha cih da îfadeyên Pakîze Bîtgîn: “Pakîzeyê di îfadeya xwe de got Ahmet birayê hevjînê wê ye, şeva bûyerê li paçeya wan xistiye, wê jî deriye vekiriye û dema derî vekiriye kes tunebûye, hevjînê wê Dîlek dixist wesayîtê û li ser vê çûye cem wan. Pakîzeyê di îfadeyê de got Ahmet jê xwestiye ku nivîna ku Dîlek li ser bûye, xaliyên li erdê rake û her derê paqij bike û bûyer tam fêm nekiriye û tiştên ku gotiye wê jî kiriye. Pakîzeyê her wiha got  Ahmet gotiye ku Dîlekê întîxar kiriye û sûcdarî qebûl nekir.”   Bi mirinê tehdîd kir   Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê  jî îfadeya Dîlekê hat girtin û Dîlekê diyar kir ku têkiliya gumanbar bi jinek din re hebûye û li ser vê nîqaş kirine, bi çekê hatiye gel wê û gotiye ‘ya te ya jî zarokan’. Dîlekê di berdewamiya îfadeya xwe de gumanbar berê çekê daye wê, hewl daye asteng bike lê birîndar bûye, gumanbar ji odeyê derketiye, ew birîndar li erdê maye, keça wê hatiye odeyê û ew dîtiye. Dîlekê got keça wê agahiyê dide bavê xwe û nayê bîra wê kê ew aniye nexweşxaneyê.   ‘Piştî birîndarkirinê îşkence kir’   Di rapora dermankirina edlî ya 25’ê cotmeha 2021’ê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl de hat gotin Dîlek ji ber bûyerê birîndar bûye û bi mudaxaleya tibî ya hêsan ev çareser nabe.her wiha di îfadeya Dîlekê ya 21’ê Kanûna 2021’ê de jî Dîlekê diyar ku gumanbar gotiye ‘xwe bikuje’  û ev qebûl nekiriye li ser vê gumanbar lê xistiye. Dîlekê her wiha got ku gumanbar piştî ew birîndar kiriye îşkence lê kiriye û wisa ji odeyê derketiye. Serokatiya Beşa Zanista Tipa Edlî ya Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê jî di rapora 22’ê Mijdara 2021’ê de jî  birîna Dîlekê bi mudaxaleyeke tibî ya hêsan çareser nedibû û jiyana wÊ diket xetereyê.   Dozger cuda cuda ceza xwest   Dozger di encama îfade û delîlên hatine bidestxistin de der barê gumanbar de ji sûcên ‘teşebusê ji qestî kes kuştin’ û ‘Çeka bê ruhsat û gule girtin û li ser xwe gerandin’  cezayê muebetê û der barê Pakîze Bîtgîn de jî ji sûcê ‘tunekirina delîlan, veşartin û guhertin’  ji 6 mehan heta 5 salan ceza xwest.