Ji Berîtan Canozer re ji ber hesabekî ne aîdê wê ceza xwestin 2022-03-27 10:25:25   AMED - Derbarê Rojnameger Berîtan Canozer de ji ber hesabekî dijîtal ku ne aîdê wê ye îdaname hat amadekirin û dozger heta 5 salan jê re ceza xwest.   Li gel tacîza darazê ya li hemberî nûçegîhana me Berîtan Canozer, Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê wê de îdanameyeke nû amade kir. Di 4'ê Nîsana 2021'ê de bi ser mala Berîtanê de hatibû girtin û hatibû binçavkirin. Berîtan a hat binavçkirin 4 rojan di bin çavan de mabû, piştre bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê hatibû kirin û bi şetê kontrola edlî serbest hatibû berdan.  Derbarê berîtanê de bi îdaya li ser hesabê bi navê "Berîtan Sarya" ku ne aîdê wê ye parvekirin kiriye bi sûcdariya "Propagandaya rêxistinê " îdaname hat amadekirin.    Îdanameya hat amadekirin ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û daneşîna dozê wê di 31'ê Adarê de bê kirin.