Di danişîna rojanemgeran de mutalaa hat dayîn 2022-03-24 13:11:21   STENBOL - Di danişîna doza edîtora ETHA'yê Semîha Şahîn û nûçegîhana ETHA'yê Pinar Gayip de dozger mutalaa da û xwest cezayê girtîgehê li her du rojnamegeran bê birîn.    Danişîna doza ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" li edîtora ETHA'yê Semîha Şahîn û nûçegîhana ETHA'yê Pinar Gayip jî di nav de li 4 kesan hatibû vekirin, li 23'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê  hat dîtin. Şahîn û Gayip tevlî danişînê nebûn parêzerên wan li danişînê amade bûn. Di danişînê de dozger mutalaaya ku amade kiribû xwend û ji Semîha Şahîn û Pinar re cezayê girtîgehê xwest. Parêzerên Semiha Şahîn û Pinar Gayip li dijî mutalaayê derketin û ji bo parastinê daxwaza dema zêde kirin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 26'ê gulanê kir.