Jinên ku ji çalakiya 'Peymana Stenbolê' dihatin darizandin bereat kirin 2022-03-23 14:51:15     ENQERE - 33 Jinên endamên Platforma Jinan a Enqerê ku xwestibûn bi dirûşma "Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin" çalakiyê li dar bixin û bi lêdanê hatibûn girtin berast kirin.   33 Jinên endamên Platforma Jinan a Enqerê ku xwestibûn bi dirûşma "Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin" di 12'ê Tebaxa 2020'î de çalakiyê li dar bixin bi lêdanê binçavkiribûn û piştre jî girtibûn. Derbarê van 33 jinan de bi îdaya"Muxalifî ji qanûna meş û xwepêşandanan re kirin" doz hatibû vekirin. Daneşîna dozê a biryarê li 28'emîn Dadgeha Esliye a Cezayê hat dîtin.    Piştî ku polês hatin derxistin daneşîn hat dîtin   Parêzer di rûniştina ku bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir de axivîn û gotin, "Polîsan êrîşî jinan kiriye, bila ji salonê derên. Ji ber ku Asayîşa Enqereyê alîgirê vê dozê ye, em naxwazin. ew li salonê bin." Piştî ku polîs hatin derxistin parêzeran dest bi parastinê kirin.   Jinan di dozê de diyar kirin ku ji ber mafên xwe yên qanûnî û jiyanê diparêzin ew li wir in û ev ne sûc e. Piştî parastina jinan parêzeran mafê axaftinê girtin û ji jinan pirsîn, "We rawestiya bihîst?" Wan diyar kir ku tu wateya pirsê nîne û mafê xwepêşandan û meşê mafekî destûrî ye.   Beraet kirin   Heyeta dadgehê li gorî îfadeyên di mûtalayê de û rapora mirovê zana diyar kir ku tu sûc li ortê nîne û derbarê her 33 jinan de beriyara beraetê da.