10 jin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin 2022-03-19 15:01:18     AMED - Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve bi hinceta çalakiyên 8 û 25'ê Mijdarê lêpirsîn hatibû destpêkirin û 24 jin hatibûn binçavkirin. Di vê çarçoveyê de 10 jin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.   Bi talîmata Serdozgeriya Komarê ya Amedê du roj berê bi ser gelek malan de hat girtin û 24 jin hatin binçavkirin. Ji vana 7 jin jê hatin girtin û 8 jê bi şerdê kontrola edlî hatin berdan.    Hevşaredara Sûrê Filiz Buluttekin,  ya dewsa wê qeyûm hat tayinkirin, Sekreteta Jinê ya Şaxa SES'ê ya Amedê Fatma Yildizhan, Sektera Jinê ya Şaxa BTS'ê Bahar Ulug, Aktivîstên TJA'yê Zekiye Guler, Birsen Guneş, Safiye Akdag, Evin Yelboga û Emine Akşahin, Emine Çetiner û Keziban Kuday piştî karê li edliyeyê sewqî emniyetê hatin kirin.    Jinên anîn edliyeyê ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin.