Li endama PM'a HDP'ê Berîtan Yaşar cezayê girtîgehê birîn 2022-03-10 15:07:22   AMED - Heyeta Dadgehê li endama PM'a HDP'ê Berîtan Yaşar bi îdaya "endama rêxistinê ye" ji doza jê dihat darizandin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.   Daneşîna doza biryarê ya Endama Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Berîtan Yaşar li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Berîtanê tevli daneşînê nebû lê parêzera wê Adîle Salman li daneşînê amade bû.    Makamê îdayê îfadeya şahidê nepen al derbarê Berîtanê de û daxuyaniyên ku tevli wan bibibûn hincet nîşan da û bi îdaya "endama rêxistinê ye" xwest ku bê cezakirin.   Hat cezakirin   Heyeta dadgehê jî derbarê Berîtanê de bi hinceta "endama rêxistinê ye" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî û xwest ku biryara qedexeya derketina dervê welêt ya derbarê wê de bê berdewamkirin û metryalên aîdê wê yên dijîtal jî îadeyî wê bikin.