Parêzer Derya: Daxwaza Emîne Şenyaşar daxwaza her kesî ye 2022-03-09 09:02:10   Sema Çaglak   DÎLOK - Têkîldarî dosyaya malbata Şenyaşar, parêzera malbatê Derya Bozkurt destnîşan kir ku bûyer li ber çavê rayedarên dewletê pêk hat û anî ziman ku nêzîkatiya darazê ya li hemberî 'Nobeta Edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar nîşanî me dide ku li Tirkiyeyê edalet di çi astê de ye û got, " Daxwaza Emîne Şenyaşar daxwazeke bingehîn û daxwaza hemû kesan e. Loma divê xwedî li daxwazên wê bê derketin."   Beriya hilbijartina 14’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ser kargeha Malbata Şenyaşar kirin û di vê êrîşê de 5 ferdên malbatê birîndar kiribûn û kesên birîndar rakiribûn Nexweşxaneya pirsûsê.  Lê  êrîşê li nexweşxaneyê berdewam kir û Xizmên Îbrahîm Halî Yildiz ê AKP'î  li wir du lawên Emîne Şenyaşar Celal û Adil ên bi giranî birîndar kuştibûn. Hevjînê Emîneyê  Hecî Esvet Şenyaşar jî gava ji bo aqûbeta zarokên xwe hîn bibe çûbû nexweşxaneyê, li ber çavê wê kuştibûn.     Serdozgeriya Komarê ya Rihayê têkildarî bûyerê lêpirsîn dabû destpêkirin û lêpirsîn di 18 mehan de temam kiribû. Lê  dozgeriyê îdianame tenê derbarê bûyerên li kargehê qewimîbûn amade kiribû û bûyera li nexweşxaneyê ji nedîtî ve hatibû. Lêpêrsîna derbarê bûyerên li nexweşxaneyê de jî bi biryara veşarî ya li ser dosyayê hatibû destpêkirin û bi vî awayê lêpirsîna têkildarî bûyerê, dabeşî du dosyeyan hatibû kirin.  Di dosyeya derbarê kargehê de Fadil Şenyaşar hatibû darizandin û 37 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn û niha di hucreya yek kesî de tê girtin. Di bûyera ku 3 kes di encamê de hatin qetilkirin di 18'ê Îlona 2019'an de jî tenê Enver Yildiz ê birayê wekîlê AKP'î bi 18 sal cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.    Li gel ku di ser bûyerê re gelek sal derbas bûn jî , lê hê jî bi navê edaletê tiştek pêk nehatiye. Ji ber vê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê bi birîndarî ji bûyerê rizga bû ji bo Fadil Şenyaşar ê bi birîndarî hatibû girtin û nêzî 4 sal in bi tena serê xwe di hucreyê de ye û  betalkirina biryara "veşarî" ya li ser dosyeya derbarê komkujiya li nexweşxaneyê,  di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya "Nobeda Edaletê" kiribûn. Li gel ku çalakiya malbatê îro salekê li du xwe dihêle jî hîna rayedar vê çalakiyê ji nedîtî ve tên.    Derbarê pêvajoya hiqûqî ya dozê de parêzera malbatê Derya Bozkurt axivî.   ‘Xwestin dosyayê ji dosyayek edlî derxînin’   Derya, diyar kir ku dosyaya malbatê ya di vê wekî dosyayek edlî bihata destgirtin ji roja destpêkê de wekî dosyaya terorê hatiye destgirtin û wiha axivî: “ Ji bo dosayaya lêpirsinê 3 dozgerên ku li dosyayên terore dinihêrin hatin tayin kirin. Bi vî awayî xwestin dosyayê ji rewşa dosyayek edlî derxînin. Me gelek caran nerazîbûn nîşanî vê rewşê da. Ew rewş di dosyaya darizandina Meletiyetê de jî wisa bû. Ango ji destpêkê het dawî ew rewş di dosyayê de ket pêşiya me. Piştî vê lêpirsina bûyerê dabeşî du dosyayan hate kirin. A yekemin têkîldarî lêpirsina ji bo kargehê, yA dûyemîn jî têkîldarî nexweşxaneya Pirsûsê ya Dewletê hate kirin. Ev gavekê ne rast bû. Ji ber ku em wek parêzêrên dosyayê me di serî de dabeşkirina dosyayê neparast. Divê ev komkujî  pêvajoya lêpirsina wê di dosyayekê de bihata kirin.”   ‘Komkujî li ber çavên hemû kesî pêk hat’   Derya, destnîşan kir ku komkujî li ber  çavê hemû kesî û rayedarên dewletê pêk hat lê tu mudaxeleyek nehat kirin. Derya, wiha axivî: “Êrîşa ku li kargeha malbatê hate kirin û êrîşa ku li nexweşxaneyê hate kirin ji hev cuda kirin û wekî  du bûyerên ji hev cuda nîşan dan. Gelek sedemên vê helwestê yên binavkirî hene. Em van sedemên wiha dikarin rêz bikin. Yek jê pêkhatina bûyerê ya li nexweşxaneya Pirsûsê ya dewletê ye. Ji ber ku ew komkujî di nav nexweşxaneyek dewletê de pêk hat.  Ji derveyî nexweşxaneya dewletê jî walî, qeymeqam û hêzên polîsan li wê peywirdar in. Her wiha parêzvanên parlemeterê AKP’ê  Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî jî li wir bûn. Di wê naberê de komkujî pêk hatiye û van hêzan mudaxele nekirine. Ji ber vê yekê ev dosya taybetmendiyek xwe ya giranbûha heye.”   ‘Darizandina bûyerê di warê fizîkî de hat qutkriin'    Derya da zanîn ku  lêpirsina derbarê Nexweşxaneya Pirsûsê ya Dewletê hêj berdewam e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bi dabeşkirina dosyayê tê armanckirin ku dosya were hêsankirin.  Wekî tê zanîn ji bo kargeha malbatê lêpirsin hatibû vekirin û darizandina vê dosyayê bi hinceta ewlehiyê ji Meletiye re hate şandin. Tevî nerazîbûnên me jî dosa bi hinceta ewlehiyê şandin Meletyê.  Ev tiştekê şaş e. Me li Meletiyeyê gelek caran xwest li cihên bûyerê kifş were kirin lê bele ew daxwaza me jî hate redkirin. Bi şandina doyasyê ya Meletyê re darizandina bûyerê ya ji aliye fîzîkî hate qûtkirin. Gava daneşîn hate destpêkirin di rûniştina yekemin de talimat dayîn. Xwestin li Rihayê du alî werin guhdarkirin û darizandina bûyerê jî li Meletiyeyê bi dozgeran were kirin. Ji bo vê yeke jî wekî hincet ewlehiya kesan hate nîşandan. Lê çim bi talîmatan herdu alî jî li Meletyê hatin guhdarkirin û darizandin li bajarekî din jî dibû. Ev ji aliye hiqûqî ve nayê şîrovekirin û bi hincetên ewlehiyê jî ser  vê nikre bê girtin.”   ‘Dîmenên bûyerê hatine dizîn’   Derya daxuyand ku di dosyayê de tu pêşketin nîne û axaftina xwe  wiha berdewam kir: “Dosyaya lêpirsinê piştî ku ji bo Esvet Şenyaşar  hate dabeşkirin, hê biryarek jê re nehatiye dayîn. Ji bo dosyaye niha dozgerê 10’mîn hatiye peywirdarkirin. Ji bo bi encamkirina dosyayê hêj tu gav nehatine avêtin. Ji ber ku dozger dibêje bûyer pir tevlîhev û dîmenên nexweşxaneyê nîn in. Ew dîmen jî ji aliye hin kesan ve hatiye dizîn. Lê bele ji bo vê yeke jî tu lêpirsin nehatiye destpê kirin. Gava em dipirsin jî dibêjin  lêkolînên me berdewam dikin. Ji bo dosyayê biryara veşartî heye. Me ji bo biryara veşartî gelek îtîraz kir lê bele hemû dazwazên me bêyî sedem hatin redkirin. Di bin navê biryara veşartî de agahî û daneyên dosyayê ji parêzer û malbatan tên veşartin. Lewra di dosyayê de çi tê kirin pêvajoyek çawa tê birêvebirin em nizanin. Ew jî dibe sedem ku lêpirsin tê bînpêkirin û tê dirêjkirin.”   ‘Di nêzikatiya li hemberî malbatê de pergala edaletê tê xuyakirin’   Derya destnîşan kir ku di nêzikatiya li hemberî malbatê de li Tirkiyê asta edaletê çi ye tê dîtin û wiha pêde çû: “Bi van nêzikatiyên dijhiqûqî mafê xwe gihandina edaletê tê binpêkirin. Jixwe malbat hatiye parçekirin û di şexsê nêzikatiya li dijî malbatê pergala edaletê di çi astê de ye em dibinin. Emîne Şenyaşar ev salekê 'Nobeta edaletê' digire. Gava em dibinin dayikek temen mezin e û ji hêla fîzîkî de ji nobetek demdirêj re şert û mercên wê ne guncav in. Lê bele Emîne Şenyaşar di nobeta xwe de bi israr e. Ji ber ku hevjînê wê li ber çavên wê hate qetîlkirin, du lawê wê hatub kuştin û lawekê wê hate girtin. Em di vir de têkoşîna Emîneyê ya ji bo edaletê dibinin. Li Tirkiyê pêdivî bi bawerbûna bi edaletê heye. Lê belê ev hem ji hêla fîzîkî hem jî ji hêla hiqûqî ve tê astengkirin.”   ‘Parêzer baweriya xwe li hemberî darazê winda dikin’   Derya di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser piştgirîya ji bo nobetê û diyar kir ku daraz serbixwe nîne û got: “Ji bo doza malbata Şenyaşar xwedî derketinek bi giştî pêk hat. Hem ji hela hiqûqnasan hem jî ji hêla civatê ve xwedî lê hate derketin. Em wekî parêzer di warê baweriya bi darazê de pirsgirêkan dijîn û nema bawer dibin. Ji ber ku daxwaz û pêvajoya hiqûqî li holê ye. Me ji darazê piştgirî negirt û daraz li hemberî bûyerê bêdeng ma.  Aliyê ku ev êrîş pêk anîn, bi hêzekê siyasî tê binavkirin. Lewra divê em vê pirse bikin. Heke welatiyek ji aliye welatiyek din ve bi êrîşek bi vî şiklî re rûbirû bimaya  wê daraz çawa tevbigeriya. Niha di vê pêvajoyê de em dibinin ku ji aliye pêvajoya hiqûqî gelek astengî tên derxistin. Ji ber vê yeke jî nêzikatiya parezeran a ji bo vê bûyerê xwedî rolekê girîng e.”   ‘Pêdîvî bi piştgirîyek girseyî heye’   Derya, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev nobeta edaletê pêdiviya wê piştgiriya civakê heye. Malbat li gelek bajaran çûn serdana malbatê û sozê piştgiriyê dan. Ew soz hatin bicihanîn. Malbat ne tene ye. Lê bele divê ji vê piştgiriyê zêdetir piştgirî bê dayîn. Daxwaza Emîne Şenyaşar daxwazeke bingehîn û daxwaza hemû kesî ye. Loma divê xwedî li daxwaza wê bê derketin. Ji bo malbatê daxuyanî çalaki tên lidarxistin. Divê ew hin zêdetir bin. Her wiha êdî malbat di hefteyekê de du roj li ber edliyeya Dîlokê jî nobetê digire. Ango divê daxwaza edaletê xwedî lê were derketin û malbat tenê neyê hiştin.”