Xizmên Roboskiyê beraat kir 2022-03-07 13:05:02     ŞIRNEX - Danişîna doza 16 kesên ku xizmên xwe di Komkujiya Roboskî de windakirin îro hat dîtin. Heyeta dadgehê biryara bereatê da 16 kesan.    Bi hinceta ku di bîranina Komkujiya Roboskiyî ya sala 2015’an de “propagandaya rêxistinê kirine” derbarê 16 xizmên qurbaniyên Roboskiyê de doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê hat kirin.    Daneşîna dozê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Xizmên Roboskiyê ku tevlî dozê nebûn. Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz û parzerên malbatan di daneşînê de amade bûn.    Piştî parastinên parêzeran, heyeta dadgehê derbarê malbatên Roboskiyê de biryara beraatê da.