Cezayê muebbetê û 10 sal ê li Hêlîn Yapici hat birîn, hat erêkirin 2022-03-05 09:13:44   AMED - Cezayê muebbetê û 10 sal ê li Hêlîn Yapici ya ji doza Sûrê dihat darizandin, hat birîn li îstinafê hat erêkirin.    Piştî ragihandina xwerêvebirinê ya li Sûra Amedê di Adara 2016'an de di dema qedexeya derketina derve de Hêlîn Yapici jî di nava kesên li Sûrê de mabû û piştre hatibû tehliyekirin. Di derbarê Hêlînê de bi iddiaya "Xerakirina yekîtiya dewletê","Endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Rûniştina biryarê ya dozê di 6'ê Nîsana 2021'ê de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Dadgehê diyar kir ku Hêlînê "Yekîtiya dewletê xera kiriye" û cezayê muebbeta giran da Hêlînê. Dadgehê cezayê da Hêlînê daxist û cezayê muebbetê û 10 sal lê birî.    Parêzerê Hêlînê Cemile Turhalli û Dozgerê Komarê biryar birin îstinafê û dadgehê serlêdan red kir û ceza erê kir.