Derbarê Semra Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin 2022-03-04 12:35:51   ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Semra Guzel a HDP'yî ya ku destnedayina wê hat rakirin de lêpirsîn da destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Semra Guzel a HDP'yî ya ku destnedayina wê hat rakirin de lêpirsîn da destpêkirin. Fezlekeya derbarê Semrayê de gihaşt Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê.    Serdozgeriyê ji sûcê "endamtiya rêxistina bi çek" lêpirsîn da destpêkirin. Ji bo îfadeyê tê payin gazî Semrayê bikin.    Serdozgerî dê piştî karê îfadeyê li ser delîlan lêkolînê bike û nirxandina wê doz derbarê Semrayê de bê vekirin an na, bike.