Doza Seval Gulmez jê tê darizandin hat taloqkirin 2022-03-02 14:32:36   AMED - Doza ku Hevseroka DBP'ê ya Bajarê Amedê Seval Gulmez jê tê darizandin hat taloqkirin.    3'emîn Daneşîna doza ku Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Seval Gulmez jê bi îdaya "endamitya rêxistinê" tê darizandin li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Seval ji girtîgeha lê tê girtin bi riya Pargala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli daneşînê bû lê parêzerên wê Cemîl Turhalli, Burhan Arta û Hanîfî Kandemîr li daneşînê amade bûn.    Sevalê piştî tespîta nasnameyê parastin kir û bertek nîşanî îdaya ku tê gotin, "Ji rêxistinê talîmat girtiye" da. Seval diyar kir ku ew Hevseroka DBP'ê ya Amedê ye û ji ber vê tevli şahî û çalakiyên ku ew vexwendinê bûye.    Daxwaza girtinê hat kirin   Makamê Îdayê diyar kir ku ji ber dosyayên Sevalê kirine yek ji bo îdaname bê amdekirin dem divê û daxwaz kir ku bila dosya ji aliyê dadgehê ji wan re bê şandin û rewşa girtî ya Sevalê jî berdewam bike.    'Gelo xwestina azadiyê kesna sûc e?'   Parêzer Burhan Arta diyar kir ku ew tevli mutalayê nebûne û ew ê nexwazin ku rewşa girtî bê berdewamkirin. Burhan di berdewamiyê de wiha got, "Muwekîla min berê jî ji heman sûcan hat darizandin û tahliye bû.  Divê îro jî bê tehliyekirin. Xestina serbestberdana girtiyên nexweş çawa dikare bibe sûc. Ez tahliyeya muwekîla xwe dixwazim."   'Tiştekî ku pê bê sûcdarkirin tune ye'   Parêzer Hanîfî Kandemîr jî got, "17 şahî û çalakî hene ku muwekîla min ji wan tê darizandin. Lê tu tiştekî ku sûc bê dîtin tune ye. Hemû xebatên saziyên fermî ne. Gumana ku muwekîla min bireve tune ye û dixwazim ku bê tehliyekirin."   'Girtina wê dijhiqûqî ye'   Parêzer Cemîle Turhalli jî bal kişand ser îdanameya ku tê de gotina "Serokê Gelê Kurd"  cih digire û got, "Demekê wezîrên îqtîdarê jî heman gotin bi kar dianîn lê ew nayên cezakirin. Seval tê cezakirin û ew jî ji ber ku DBP'î ye. Girtina Sevalê ya li girtîgehê dijhiqûqî ye."   Biryara ku girtî bimîne hat dayîn   Heyeta dadgehê piştî navberê biryara ku rewşa girtî ya Sevalê dewam bike da û doz taloqî 18'ê gulanê kir.