Rûniştina rojnameger Sadiye Eser hat dîtin 2022-02-25 13:00:26     STENBOL - Rûniştina doza bi sûcê "endamtiya rêxistinê" tevî rojnameger Sadiye Eser li 34 kesî hatibû vekirin ji aliyê şandeya dadgehê ve hat taloqkirin.    20'emîn rûniştina doza bi sûcê "endamtiya rêxistinê" tevî rojnameger Sadiye Eser li 34 kesî hatibû vekirin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Sadiye Eser beşdarî rûniştinê nebû. Gelek kesên tên darizandin û parêzer li rûniştinê amade bûn.    Di rûniştina bi eşkerekirina nasnameyê dest pê kir meqama iddiayê xwest kêmasiyên dosyayê bên temamkirin.    Şandeya dadgehê rûniştin taloqî 15'ê Hezîranê kir.