Rûniştina mêrê Fatma Altınmakas qetil kir hat dîtin 2022-02-24 14:51:47     AGIRI - Doza Kazim Altınmakas ê Fatma Altinmakas a ku bi tecawiza di nava malbatê de rû bi rû mabû qetil kiribû hat taloqkirin.    Li Navçeya Milazgirtê ya Mûşê Fatma Altinmakas a ku bi tecawiza di nava malbatê de rû bi rû mabû piştî giliyê tecawizê kiribû di 14'ê Tîrmeha 2020'î de ji aliyê mêrê pê re zewicî Kazim Altınmakas ve hat qetilkirin. 7'emîn doza rûniştina Kazim Altınmakas girtî jê tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a Panosê hat dîtin. Malbata Fatma parêzerên wê û Komîsyona Jinê ya Baroya Mûşê jî beşdarî rûniştinê bûn. Bersûc ji girtîgeha lê girtî ye bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû.    Di rûniştinê de di destpêkê de Kazim Altınmakas parastin kir û xwest bê tehliyekirin.    Piştre parêzerê Fatmayê mafê axaftinê xwest û ji bo bersûc muebbet xwest.    Şandeya dadgehê ji bo kêmasî bên temamkirin rûniştin taloqî 26'ê Nîsanê kir.