Şandeya dadgehê dosyayên rojnameger Kibriye Evren kir yek 2022-02-24 10:45:14       AMED - Di rûniştina rojnameger Kibriye Evren de dosyayên li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê û dosyaya 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê kirin yek. Dê doz li Mêrsînê bidome.    15'emîn rûniştina doza bi idiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" li rojnameger Kibriye Evren hatibû vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Kibriye beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerên Kibriyeyê Pirozhan Karali û Resul Temur beşdarî rûniştinê bûn.    Di destpêkê de îfadeya şahidê ku ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hatibû şandin hat xwendin. Hat diyarkirin îfadeya şahid a yekî ji FETO ye û girêdana îfadeyê bi dosyayê re tune ye.   Parêzer Resul Temur diyar kir ku dosyaya li Mêrsînê ji wan re nehatiye teblixkirin.    Meqama iddiayê xwest dosyaya mevcut bi ya li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê bibe yek.    Parêzeran jî xwestin dosya bibin yek.    Şandeya dadgehê jî biryar da ku dosya bibin yek û doz li Mêrsînê bidome.