Derbarê kiryar Burak Ercan de mutaala hat amadekirin 2022-02-21 17:14:07     ŞIRNEX - Di 3'yemîn danişîna doza kiryar Burak Ercan ê ku hat dîtin de mutaala hat amadekirin. Doz taloqê 11’ê adarê hat kirin.   Burak Ercan ê ku li Lîseya Anadolu ya li navçeya Cizîra Şirnexê peywirdar bû ku di heman demê de jî nûnerê dibistanê û Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memûr-Senê ye, bi peyamên telefonê nêzî 40 xwendekarên zarok taciz  kiribû. 3'yemîn daneşîna wî li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nuran Îmîr, endamên Şaxên KESK’ê ya Şirnexê, rêvebirên HDP’ê yên navçeya Cizîrê, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz û parêzerên baroyê tevlî daneşînê bûn.    Kiryar Burak Ercan jî ji Stenbolê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. Doza ku bi tespîskirina nasnameyan dest pê kir, yekem bi îfadeyên 2 şahidan ve dest  pê kir. Ji şahidan yek mamosteya wêjeyê Sevda Magdûr, anî ziman ku ew bi xwe raste rast ji bûyerê agahdar nîne û wiha got: “Lê belê piştî ku ev bûyer derketin holê xwendekarekê min hat li cem min û got Burak Ercan wê bi êrîşa zayendî re rûbirû hîştiye. Dema ku ez vê tiştê hîn bûm baş nayê bîra min lê belê ez çûm ji rêvebiriya dibistanê û mamosteyê rayber re got.”   Gotinên nakok ên şahid   Piştre şahidê din endama Egîtmîm Bîr-Sen û mamostetya îngîlîzî Serpîl Kazan bi rêya SEGBÎS’ê ji Dîlokê beşdarê daneşînê bû. Bi îdaya ku bûyerên wiha nayê bîra wê, giliyên xwendekarên ku bi êrîşa zayendî re rûbirû mabe jî înkar kir. Serpîl a ku bi nakok axivî, ev tiştan got: “Ez wê demê alîkariyê midûrê dibistanê bûm. Mamoste Burak xwendekarên ku cil û bergên xwe baldar nînin dianî li cem min. Wekî din tiştekî din nayê bîra min.”   Mutaala hat amadekirin   Piştre, dozgeriyê der barê kiryar Burak Ercan de der barê 4 mexdûrên bi “êrîşa zayendî” mutaalaya xwe pêşkeş kir, di mûtaalayê de biryara der barê kiryar Burak Ercan de ji bo 4 mexdûran cuda cuda bê cezakirin hat pêşkeşkirin. Her dîsa der barê Buran Ercan de dosyeya duyem a bi “êrîşa zayendî” ku hatibû vekirin, parêzeran daxwaz kiribû ku bibe yek dosye. Lê belê dadgehê daxwazê ret kir û biryar da ku cuda bê darizandin.   ‘Ligel şênberan kiryar nayê girtin’    Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz jî destnîşan kir ku dia ser bûyerê de sê û sal nîv derbas bûye jî di dosyeyê de hîn tu pêşketin tuneye û wiha domand: “Di dosyayê de giliyên 38 xwendekaran ji bo jiyana asayî ne guncav e. Mixabin li vê erdnîgariyê ji ber nezikatiya civakê ya li hemberî keçan, hinek maxdûr ditirsin, hinek jî ji ber tirsê nikarin biaxivin. Dema ku em îfade û delîlên şênber ên di dosyayê de dinirxînin, di dosyayê de naveroka peyaman heye. Li gorî delîlên şênber ên di dosyayê de, em dinirxînin ku bersûc xwendekarên xwe tacîz kiriye. Me beriya niha şahidî kir ku bersûc ji bo veşartina delîlan hewildanek mezin dikir. Ev di dosyayê de jî pir zelal e. Lewma em daxwaza girtina bersûc dikin. Ji aliyê din ve jî ji bo parastinê em dem daxwaz dikin.”   Li tevî delîlan, delîl xwest   Ligel di dosyeyê de delîlên şênber henin jî, parêzerê kiryar Yasîn Şen ji parêzerên zarokan re got ku bila delîlên şênbetir bînin.   Ji parêzerên zarokan Salih Ecer jî ev tiştan got: “Mutaleyeke ku bersuc dipareze hatiye amadekirin. Em ji anîna şahidan bêzar bûn. Bi salane em hewl didin, lê em nikarin mexdûran bînin dadgehê. Ji ber ku ditirsin beşdarî dozê nabin. Yek ji mexdûran berê giliyê xwe paşve kişandibû û gotibû ku ji ber dirêjbûna dozê baweriya wê nemaye. Berê jî bersûc bûyer giredayî rêxistinê kiribû û bi vi awayî xwe parastibû. Ji ber vê jî mutalaya ku hatiye amadekirin wijdanê me rehet nake.”   Heyeta dadgehê, daxwaza girtinê ya parêzeran ret kir û dozê taloqê 11’ê Adarê kir.