Salek 6 meh û 22 roj ceza li rojnameger Dûrket Suren hat birîn 2022-02-21 14:29:00     AMED - Di rûniştina rojnameger Dûrket Suren de dadgehê salek 6 meh û 22 roj ceza li rojnameger Dûrket Suren birî û qedexeya derketina derveyî welat jî rakir.    Bi îdiayên “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kiriye” derheqê rojnameger Dûrket Suren de doz hatibû vekirin. 9’emîn danişîna doza rojnameger Dûrket îro li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Rojnameger Dûrket beşdarî danişînê nebû lê parêzerê wê amade bû.    Di danişînê de dozger ji bo îdiaya xwe ya di rûniştinên berê da ku digot “bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” beraet xwest û ji bo îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” jî ji 10 mehan heta 5 salan cezayê girtîgehê xwest.    Parêzer Yûsûf Erdogan jî li dijî mutalaayê, parastina muwekîla xwe kir û got ku tev li biryara beraetê dibe lê li dijî daxwaza cezayê jî îtîraz dikin. Yûsûf di parastina xwe de bal kişand ser parvekirinên li ser medyaya dîjîtal ku weke sûc hatine nîşandan û wiha got: “Ev parvekirin bi awayekî derhiqûqî hatine berhevkirin. Li gorî biryara Qanûna Bingehîn, hêzên ewlekariyê nikarin bêyî fermana Serdozgerê Komarê li ser hesabên medyaya dîjîtal lêkolînan bikin. Hêj di destpêka lêpirsînê de muwekîla min got ku hinek ji wan parvekirinan ên wê nînin ku ev bi awayekî şênber jî nehatiye tespîtkirin.”   Yûsûf da zanîn ku Dadgeha Bilind di 25’ê gulana 2015’an de bi biryarekê YPG weke “rêxistina terorê” pênase kiriye û wiha domand: “Lê parvekirinên muwekîla min beriya vê dîrokê ne. Lewma jî di çarçoveya ‘propagandaya rêxistinê’ de nayên qebûlkirin. Ez beraeta muwekîla xwe dixwazim.”    Qedexe hat rakirin   Piştî parastina parêzeran, şandeya dadgehê ji bo îdiaya “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” biryara beraetê da û ji bo îdiaya “propagandaya rêxistinê” jî salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê da rojnameger Dûrket. Şandeya dadgehê, cezayê girtîgehê taloq kir û biryara ji bo 5 salan sepana venihêrînê da. Herî dawî jî qedexeya derketina derveyî welat a Dûrketê betal kir.