Danişîna doza Gulser Yildirim hat taqkirin 2022-02-18 15:06:46   MÊRDÎN - Doza derbarê parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim de hatiye vekirin bi dosyaya doza beriya niha jê dihat darizandin re kirin yek. Danişîn taloqî 26'ê gulanê hat kirin.   15’emîn rûniştina doza Parlamentera Berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Gulser Yildirim a têkildarî fezlekeyên ku bi hinceta axaftinên di navbera salên 2012-2016'an de kiribûn derbarê wê de hatibû amadekirin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin.  Gulser ji Girtîgeha Jinan a Kandirayê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. Malbat û parêzerên Gulser jî li danişînê amade bûn.    Di danişînê de hat diyarkirin ku derbarê Gulser de ji ber axaftinên di sala 2015’an de li navçeya Nisêbînê kirine dozeke nû hatiye vekirin û bi dosyayeke wê re kirine yek. Hat xwestin ku Gulser têkildarî doza bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna xwepêşandanê” û “Heqaret li Komara Tirkiyeyê û organên wê kirine” hatiye vekirin, parastina xwe bike. Gulser xwest ku metne axaftina wê bigihînin ber destê wê û daxwaza dema zêde kir. Dû re parêzerên Gulser, Erdal Kûzû û Azad Yildirim parastin kirin.    Dozgeriyê xwest ku biryara temamkirina kêmasiyan were dayîn.  Gulser a careke din mafê axaftinê girt diyar kir ku wêneyên ji wê re hatine şandin reş derketine û nayên fêm kirin. Gulser, xwest ku wêneyên wê yên zelal ji wê re bên şandin û wiha got: “Ez çi axivîbim jî weke parlamentera vî gelî rastî bi lêv kirin. Darizandina tê kirin jî siyasî ye. Piştî parastina xwe di berçavan de derbas kir ez ê parastina xwe bikim.”   Dadgehê biryar da ku kêmasî bên temamkirin, mînakeke dosyayê ji  Gulser re were şandin û danişîn taloqî 26’ê gulanê kirin.