Eren Keskin ji doza ku jê dihat darizandin berat kir 2022-02-17 15:17:49   DÊRSIM - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” dihat darizandin, di danişîna ewil de hat beratkirin.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn di sala 2019’an de li Dêrsimê di panelekê de axivîbû û ji ber vê panelê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna ewil a Erenê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê hat lidarxistin. Erenê û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Gelek parêzer û nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl piştgiriya Erenê kirin.    Erenê di danişînê de axivî û destnîşan kir ku ev doza lê hatiye vekirin li dijî serdemê ye, ew sûcdariyên li ser xwe qebûl nake û xwest were beraetkirin.    Parêzerên wî jî parastina miwekîla xwe kirin û xwestin were beratkirin.    Dozger xwest ceza li Erenê were birîn. Serokê dadgehê diyar kir ku sûcdariyên li ser Erenê ji gumanan dûr in, nabe delîla sûc û biryara beratê da.    Erenê li ber edliyê daxuyaniyek kurt da û destnîaşan kir ku îdianameya hatiye amadekirin pêkenok bû û divê dozên wiha qet neyên vekirin.