Wê ji bo parêzer Elîf Tirenç mutala bê amadekirin 2022-02-15 11:33:01     AMED - Di doza Parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş de dê dadgeh ji bo amadekirina mutalayê dosyayê ji meqama iddiayê re bişîne.    Bi hinceta xebatên komeleyê, derheqê Endama Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Jinan a Rosayê Parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de hem Elîf û hem jî parêzerên wê amade bûn.    Serokê Dadgehê di danişînê de da zanîn ku ji bo bizanin bê ka derheqê Elîf de beriya niha bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn an jî peyketinek heye yan na, ji Gerînendetiya Şaxa TEM’ê yê Amedê re muzekkereyeke nivîskî şandine û di bersiva muzekkereyê de hatiye gotin ku lêpirsîneke wiha nîne. Piştre jî ji bo amadekirina mutalayê, dozger dosya xwest.    Elîfê jî di danişînê de parastinên xwe yên berê dubare kir û daxwaza beraeta xwe kir.    Şandeya dadgehê di biryara xwe ya navberê de diyar kir ku ji bo amadekirina mutalayê, dê dosya ji meqama iddiayê re bê şandin. Danişîn taloqî 3'yê Adarê hat kirin.