Meclîsa Jinê ya HDP'ê dê ji bo girtiyên nexweş bi hiqûqnasan hevdîtinê bike 2022-02-07 15:01:40     ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê dê bi rojeva girtiyên nexweş bi hiqûqnasan hevdîtinê bike.   Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê bi rojeva binpêkirina mafên li girtîgehan rewşa Aysel Tugluk bi hiqûqnasên jin re bên gel hevdu. Dê di civînê de nirxandin bên kirin û li ser rêyên çareseriyê bê axaftin.    Dê hevdîtin bi beşdariya Berdevka HDP'ê Ebru Gunay di 8'ê Sibatê de li Wanê, bi beşdariya Berdevka Meclîsa Jinê Ayşe Acar Başarn di 9'ê Sibatê de li Enqereyê bi beşdariya Serokwekîla Komê ya HDP'ê Meral Daniş Beştaş di 12'ê Sibatê de li Edeneyê, di 13'ê Sibatê de li Stenbolê û di 19'ê Sibatê de li Amedê bê kirin. Dîroka civîna dê li Îzmîrê bê kirin jî hîn eşkere nebûye.