‘Dixwazin desthilatdariyê tevlî doza Denîz Poyraz bikin’ 2022-02-06 09:05:43     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Parêzerên gumanbarê doza Denîz Poyraz, Onur Gencer, bi armanca doz biçe bajarekî din serî li CÎMER’ê dan. Parêzer Turkan Aslan Agaç da zanîn ku ji bo desthilatdarî tevlî dozê bê kirin ev serlêdan hatiye kirin û got daxwazname mafê mirovan hedef digire.   Di 17’ê Hezîrana 2021’ê de gumanbar Onur Gencer êrîşê HDP’a Îzmîrê kiribû û Denîz Poyraz qetil kiribû. Hat hînbûn ku  parêzerên gumanbar Onur Gencer serî  li Serokatiya Ragihandina Serokomariyê (CÎMER) daye. Gumanbar bi hevkariya parêzer, piştî rûniştina di 29’ê Kanûnê de hat dîtin şûnde bi îdiaya ‘ewlehiyê’ daxwaz kir ku doz sewqî Kayseriyê bê kirin. Li ser vê daxwazê CÎMER, Wezareta Dadê ket tevgerê.   Parêzera dozê Turkan Aslan Agaç der barê serledana gumanbar a CÎMER û daxwaza nêrîna wezareta dadê de nirxandin kir.   Turkanê da zanîn ku Midûriyeta Giştî ya Karê Ceza der barê dosyayê de di 27’ê Çileyê de nivîsek şandiye serdozgeriya komarê û di 1’ê Sibatê de bi serlêdana li 6’emîn Dadgega Cezayê Giran ev hîn bûne. Turkanê daxuyakirin ku di nivîsê de, parêzerên gumanbar bi daxwaza doz neqlê Dadgeha Cezayê Giran a Kayseriyê bibe di 2’ê Çileyê de serî li CÎMER’ê daye û got: “Di daxwaznameyê de tê gotin daxuyaniyên beriya rûniştinê provakasyon in û di rûniştina yekem de hatiye jiyîn ji ber vê jî darizandin baş nayê kirin û  heyeta dadgehê kontrola xwe di salona rûniştinê de winda kiriye.’ Ev îdia hatine kirin.”   ‘Parêzerê gumanbar êrîşî mafên sereke dike’   Turkanê destnîşan kir ku gelek partiyên siyasî, rêxistinên jinan û civaka sivîl xwedî li dozê derdikevin û got: “Beriya du rûniştinan jî, di daxuyaniyên hatin dayîn de du tiştekî ku provakasyonê bike tunebû. Emniyeta Îzmîrê di vê mijarê de tedbîr girt. Ev îdiayên wan derveyê rastiyê ne. Ev îfadekirina wisa êrîşek li dijî mafê esas in.”   ‘Heyeta dadgehê’ hincet nîşan da   Turkanê bi lêv kir ku parêzerên gumanbar îdia kirine ku heyeta dadgehê kontrola xwe winda kiriye û ev bi tu awayî rastiyê nîşan nade û wiha dirêjî dayê: “Ger bê bîra we, dadgeh bi fîîlî li Salona Konferanasê ya 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran pêk hat. Salon yekem car dihat bikaranîn û wê demê hinek pirsgirêkên fîzîkî hatin jiyîn. Gumanbar gotinên ku malbata Denîz û HDP’î tehrîk dikir, pêk anî. Gumanbar di daxwaznameyê de Kayseriyê ku dengên AKP û MHP’ê lê zêde ne, tercîh dike. Ev ne tesaduf e. Heta di navbera 2015-2016’an de hat xwestin ku avahiya HDP’a Kayseriyê bê şewitandin. Mexdûrên vê dosyayê malbata Denîzê û rayedarên HDP’î ne. Di esasê de em hemû mexdûr in. Ji vir wê malbata mexdûr ji Îzmîrê bibin Kayseriyê. Hewldana wan ev e ku piştperedeya bûyerê bigirin. Dixwazin delîlên heyî reş bikin û ji cihên hatine komkirin jî dûr bixin.”   ‘Dixwazin desthilatdariyê tevli dozê bikin’   Turkanê da zanîn ku ger difikirin ku ewlehiya gumanbar di edliyeyeyê de tune ye, Saziya Înfazê ya Alîaga heye û dikare li wir pêk bê û got: “Em vê jî rast nabînin. Ger doz biçe bajarekî din wê têkiliya 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ji dozê qut bibe. Ev jî di peymanên navneteweyî û destûra bingehîn de tê wateya ku rêgeza binewlehiyê tê binpêkirin. Di heman demê de esasa rêgeza darizandina adîlane jî tê binpêkirin. Serlêdana parêzerê gumanbar a ji bo CÎMER’ê ‘skandala hiqûqî ye’. Parêzerê gumanbar li şûna daxwazê ji dadgehê bike ji CÎMER’ê re radigihîne. Ev jî bi tena serê xwe nîşan dide ku dixwazin desthilatdariyê tevlî dosyayê bikin.”