Edaleta ku 6 sal in ji bo Nurcanê nayê 2022-02-06 09:03:53     Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Doza kujer Abdullah Melîh Bariş yê Nurcan qetil kir, cara duyem ji Dadgeriyê vegeriya û rûniştina dosyayê wê di 7’ê sibatê de bê dîtin. Jinan beriya rûniştinê nêrînên xwe anîn ziman û ji bo Nurcanê daxwaza edeletê kirin. Parêzeran got tevî hemû delîl li holê ne daraz li alîgirê gumanbar e.   Di 30’ê çileyê 2016’an de li Kuçukçekmece ya Stenbolê Abdullah Melîh Bariş jina bi navê Nurcan Arslan bi çekê qetil kiribû. Kujer Abdullah Melîh Bariş li 13’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Bakirkoyê hat darizandin. Di 12’yê nîsana 2018’an de di rûniştina biryarê de heyeta dadgeh ji sûcê ‘bi planî kes kuştin’ cezayê muebeta giran da Abdullah, lê ji aliyê dadgeriyê ve ev hat xerakirin û rûniştin carek din di 8’ê çileyê 2019’an de li 13’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Bakirkoyê hat dîtin. Heyeta dadgehê di 4’ê kanûna 2020’an de ji sûcê ‘plankirî kes kuştin’ cezayê muebeta giran da û dadgeriyê ji rewşa baş ceza daxist û ceza veguhert cezayê muebetê.   Rûniştin di 7’ê sibatê de ye   Rûniştna dosya ku cara duyem ji dadgeriyê vegeriya di 7’ê sibatê de wê bê dîtin. Beriya rûniştinê jinan ji ajansa me re axivîn û ji bo Nurcanê daxwaza edeletê kirin.   Yek ji parêzerên Nurcanê, Fîlîz Aydin der barê dosya ku 6 sal in didome de agahî da û got: “Em bi isararin ku gumanbar ji sûcê ‘plankirî kes kuştin’ bê cezakirin. Di pêvajoya darizandinê de gumanbar her tim serî li teqlîdên ku kujerên jinan dikin, da. Îdia kir hişê wî ne li serê wî bû. Dadgehê her tişt li ber çavan girt û ji sûcê ‘bi plankirî kes kuştin’ cezayê muebetê da lê dadgeriyê dosya xera kir.”   ‘Biryara xerakirinê ji bo gumanbar bi fêdeye’   Fîlîzê, destnîşan kir ku gumanbar bi çeka ruhsat hatiye Stenbolê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev jî nîşan dide ku kuştina Nurcanê hatiye plankirin. Di dozên wisa de her her tim dibêjin ‘çi karê te hebû li wir’. Lê gumabar ji bo hevdîtinê Nurcanê îqna kiribû. Cihê ku gazî dikê jî ji rayagiştî re vekiriye, rezîdans e. Ev jî nîşan dide ku gumanbar her tişt plankiriye. Lê dadgegeriyê ev wek delîl nedîtin. Piştî biryara dadgeriyê dadgehên herêmî delîl lêkolîn kir û ji sûcê ‘plankirî kes kuştin’ ceza da. Lê dadgeriyê dîsa xera kir.”   ‘Di hiqûqê de bandora mêr’   Fîlîzê da zanîn ku di civakê de nêrîna li hember jinê her tim wekheve û di hiqûqê de jî heman rewş heye û daraz bi îfadeyên gumanbaran yên wekê "Hişê min ne li serê min bû" bawer dike û wiha bi lêv kir: “Dema dor tê cezakirina mêran daraz tiştekî nake. Daraz gumanbarên mêr ceza nake lê jinên parastina cewherî ku ji bo jiyana xwe biparêzin dike ceza dike. Pratîka darazê nîşan daye ku dema mijar dibin jin cuda, dema dibin mêr jî cuda nêz dibin.”   ‘Banga tevlibûna rûniştinê’   Fîlîzê her wiha ji bo rûniştina wê di 7’ê sibatê de bê dîtind e bang li rêxistinên jinan, hevpîşeyên xwe û hemû jinan kir ku tevlî bibin û got wê daxwaz bikin ku gumanbar bi cezayê muebetê bê cezakirin.   ‘Bila xwedî li dozê derkevin’   Xwişka Nurcanê, Gulcan Arslan jî destnîşan kir ku ji bo Nurcanê têkoşîna hiqûqî didin û wiha balkişand ser: “Gumanbar ji serî heta dawî her tişt plan kiribû. Em biryara Dadgeriyê qebûl nakin. Heta kujer cezayê herî giran negire em ê têkoşîna xwe ya edeletê bidomîne. Di 7’ê Sibatê de doz tê dîtin. Divê her kes xwedî li vê dozê derkeve. Divê em bibin dengê Nurcanê.”   ‘Em ê edeletê pêk bînin’   Ji Înîsiyatîfa Em Jiyanê Dixwazin Sînem Tugçu jî der barê dozê de wiha axivî: “6 sal in em têkoşîna edeletê didin. Biryara cezayê muebetê ya dadgeha herêmî nehatiye dîtin û gumanbar bi piştgiriya daraz û dewletê bê ceza tê hiştin. Daraza mêr der barê qetilkirina jinan de polîtîka bêcezahiştinê dişopîne. Ev 6 sal in em şopdarên dozê ne û em ê her tim bişopînin. Heta edelet pêk bê em ê têbikoşin.”   Delîl aşkerane   Yek ji parêzerên Nurcanê, Sezîn Uçar jî daxuyakirin ku ji bo doza Nurcanê 6 sal in li edeletê digerin û got jin ji aliyê mêran ve bi plankirî tên qetilkirin û wiha dirêjî dayê: “Cînayetên jinan piranî plankirî tên kirin. Ez hemû raygiştî di 7’ê sibatê de dipên rûniştina li Bakirkoyê tê dîtinê. Xerakirina biryarê encama zîhniyeta mêr e. Delîl hatin komkirin. Aşkera ye ku ev cînayet bi plan hatiye kirin. Lê tevî vê biryar hat xerakirin. Em ê cezakirina gumanbar carek din daxwaz bikin.”   ‘Em biryarê nas nakin’   Xwarziya  Nurcanê, Sînem Arslan Esmeray jî got ev 6 sal in, malbat, heval û hezkiriyên Nurcanê li edeletê digerin û wê jî banga tevlibûna rûniştinê kir û got: “Ez dixwazim kujerê xaltîka min bi awayekî herî giran bê cezakirin. Heta ceza negire em dest ji dozê bernadin. Bila dadgeha herêmî di ceza de daxistinê neke. Em biryara dadgeriyê tu car nas nakin. Edeleta ji bo xaltiya min bêguman cezayê herî giran yê li gumanbar bê birînê ye. Ez hemû jinan vexwendiyê Edliyeya Bakirkoyê dikim. Edeleta ji bo Nurcanê edeleta ji bo hemû kesiye.”