Parêzera Denîz Poyraz: Gumanbar peyam da hêza pişt xwe 2022-01-27 09:09:54   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Yek ji parêzerê doza Denîz Poyraz Turkan Aslan Agaç da zanîn ku gumanbar Onur Gencer bi helwesta li dadgehê nîşan daye peyam daye hêza pişt xwe û  banga tevlibûna rûniştina di 29’ê Nîsanê de kir.   Di 17’ê Hezîranê de gumanbar Onur Gencer êrîşê avahiya HDP’a Îzmîrê kir û di êrîşê de Denîz Poyraz qetil kir. Duyemîn rûniştina dozê di 24’ê Çileyê de li Edliyeya Bayrakli hat dîtin. Helwestên rehet û tehdîdên gumanbar bal kişandin. Parêzeran di rûniştina duyem de jî gotin lêpirsînek bi bandor nehatiye meşandin û îtîrazên xwe yên der barê ku hemû delîl neketine dosyayê de kirin.   Yek ji parêzerên dozê Turkan Aslan Agaç der barê rûniştinê de û helwesta gumanbar de axivî.   *Dest bi darizandina gumanbar Onur Gencer hat kirin. Di rûniştina ewil de çi hat jiyîn? Çi hatin daxwazkirin?   Me di rûniştina ewil de ji dadgehê re ji bo heqîqet derkevin holê nêrîna xwe vegot. Tespîtên me hebûn. Bi dehan delîl nehatine komkirin. Me bi berfirehî ev ji dadgehê re vegot.   Dadgehê yekem car li salona konferansê rûniştin kir û ji ber vê me di alî ku wê gumanbar bînin ku, wê muşterek li ku rûnin, wê tedbîrên çawa bên girtin de pirsgirêk jiyan. Gumanbar ji ber malbatê hat derbaskirin û gumanbar malbat bi mîmîkan tahrîk kir. Ji ber vê dadgeh aloz dest pê kir. Me ji dadgehê xwest ku tedbîr bê girtin ku gumanbar tevgerên xwe nedomîne. Gumanbar di navberan de dijûn li malbata Denîz Poyraz kir. Ji ber vê biryar hat girtin rûniştin biçe girtîgeha Şakranê.   Birina dozê tê wateya doz ji raya giştî tê revandin   Birina dosyayê ya Şakranê tê wateya doz ji rayagiştî tê revandinê. Me îtîrazê vê kir. Îtîraz mafdar hat dîtin û biryar hat dayîn di 24’ê Çile de li 13’emîn Dadgeha Cezaya Giran bê dîtin. Lê di 24’ê Çile de dîsa heman salon hat tahsîskirin. Me îtîraz kir. Rûniştin li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran hat dîtin.   *Daxwaza tevlibûna dozê ya gelek STO û rêxistinên jinan  bi hinceta ‘aliyê ku zirar nedîtine’ hat redkirin. Armanca vê çiye?   Divê têgeha zirardîtinê berfireh bê şîrovekirin. Ez vê biryarê rast nabînim. Ji ber êrîş li hember aştiya civakî hatiye kirin. Bi armanca afirandina kaosê hatiye kirin. Li gorî min hemû saziyên tevlî dozê bûne sifata zirardîtina wan heye.  HDP di vê dozê de di alî sifata mexdûrbûnê de hêmaya esas e.   *Hûn wek parêzer karibûn tevlî bibin? We pirs pirsîn gelo?   Gumanbar bi gotinên xwe bi sînîrê her kesî lîst. Di wê atmosferê de me mafê pirsîna nikaribû bipirsiya. Vê rê li ber aloziyê vekir. Ji ber vê me ji rûniştina 29’ê nîsanê re hişt. Dadgehê biryara guhdarkirina hinek şahidan dan. Beşek şahidan ên ku dukanên wan li wan deran bûn. Hinek şahid jî wê bi lêpirsîna çarpraz pirs ji wan bê pirsîn.   *Gumanbar di heman demê de sûcê nefretê jî nake? Der barê sûcê nefretê de sûcdariyek tune der barê wî de?   Gotinên nefretê di qanûna ceza de hatiye cihkirin lê bi hêsanî hatiye cihkirin. Di xala TCK 82’an de divê sûcê kuştina qestî bê zêdekirin. Li Tirkiyeyê sûcên nefretê pir zêde tên kirin. Lê ji bo vê lêpirsînek nayê kirin û îdianame nayên amadekirin.  Em ê der barê gotinên li hember malbata Denîz Poyraz de serlêdana sûc bikin. Dadgeh jî resen divê vê bike meriyetê.   *Îdianame wek bûyerek edlî hatiye amadekirin. Hûn di vê mijarê de dikarin çi bêjin? Hemû delîl nekirin îdianameyê. Ev delîl çi bûn?   Gumanbar got sûc bi tena serê xwe kiriye. Heta got ji 4-5 saliya xwe de ev plan kiriye û ket rewşa komîk. Her hal me pir saf dibîne. Ev rewş nikare bê qebûlkirin. Rehetiya wî ya li salonê, gotinên wî nîşan dide ku sozên hatine dayîn çiqas mezin in. Em dizanin kî di alî aborî de wî fînanse dike. Em dizanin ên piştgiriya lojîstîk danê hene. Tevî li Mînbîcê wek xebatkarê tenduristiyê hatiye peywirdarkirin jî çekên lûledirêj bi kar aniye û di perwerdehiyên cuda de derbas bûye. Dema mirov li tevgerên bankayê dinêrin, çûyîna wî ya Sûriyeyê dinêrin dibînin ku di rêxistinekê de ye. Pirsgirêka ku dernakeve holê heye. Em ji dozger daxwaz dikin. Ji bo ev pêk bên jî êdî ev karê wan e. Bi me ne pêkan e ev derkevin holê. Ev berpirsyariya dewletê ye.   Ji bilî gumanbar kesê bi sifata gumanbar tune    Me xwest qeydên mobeseyê bên komkirin û qeydên HTS’ê demildest bên anîn. Piştre li ser belgeyên me di 18’ê Hezîranê de kom kirin hebûn û daxwazên me ji bo vê hebûn. Ji 100’î zêdetir daxwazên me hebûn. Dozgeriyê hem dozgeriya muracatê hem dozgerê li sûcên terorê dinêre peywirdar kir. Roja din peywira dozgerê muracatê bi dawî bû. Dozgerê li sûcên terorê dinêre rayeyên wî yên berfireh hene. Lê mixabin ji bilî gumanbar, kesekî bi sifata gumanbar di vê dosyayê de tune. Qeydên HTS’ê hatiye xwestin. Lê ew jî ji bo demekê. Di pêvajoya binçavkirinê de 20 saet temam nebûye û hatiye girtin. Ev jî tê wateya ku ji xwe naxwazin rêxistinbûna pişt wî derxin holê.   *Rûniştina sêyem di 29’ê Nîsanê de wê bê dîtin? Der barê mijarê de çi dibêjin?   Ji roja ewil de xwedîderketinek mezin li dozê hebû. Ev xwedîderketin fêdeya wê gelek zêde ye. Her çiqas em dewleteke hiqûqî bin jî, em di pêvajoyeke ku destûra bingehîn hatiye rakirin de derbas dibin. Ji ber vê jî piştgiriya rayagiştî gelek girîng e. Divê di 29’ê Nîsanê divê her kes piştgiriya xwe nîşan bide.