Doza Figen Aras jê dihat darizandin hat taloqkirin 2022-01-26 14:37:42   AMED - Doza Endama Akademiya Jinê Figen Aras jê dihat darizandin hat taloqkirin.   Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de endama Akademiya Jinê Figen Aras hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. 2'yemîn rûniştina doza bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Figenê hatibû vekirin li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Figena berdayî tê darizandin û parêzera wê Rûşen Seydaoglu li rûniştinê amade bûn.    Figenê parastina xwe ya celseya berî vêya dubare kir û berata xwe xwest.    Rûşenê jî xwest hisûsên kêm bên temamkirin.    Meqama îddiayê daxwaza temamkirina hisûsên kêm ên dosyayê kir.    Heyeta dadgehê daxwaza temamkirina hisûsên kêm qebûl kir û rûniştin taloqî 17'ê Gulanê kir.