Rûniştina rojnameger Hatice Şahin hat taloqkirin 2022-01-26 11:42:31     AMED - Rûniştina doza rojnameger Hatice Şahin a di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de lê hatibû vekirin, hat taloqkirin.   Bi çarçoveya lêpirsîna derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de di 18'ê Cotmeha 2018'an de xebatkara rojnameya Yeni Yaşamê Hatice Şahin hatibû binçavkirin û piştre serbest hatibû berdan. 7'emîn rûniştina doza bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Haticeyê hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Haticeyê beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerê Haticeyê Resul Temur li rûniştinê amade bû.    Heyeta dadgehê biryara berdewamiya şertê kontrola edlî ya derbarê Haticeyê de da û biryar da ku li hêviya bersiva muzekkereya ji şahid Derya Aslan re hatiye nivîsandin bê sekinandin.    Dadgehê rûniştin taloqî 18'ê Nîsanê kir.