Di dosyaya Garibeyê de delîl tune hatin hesibandin 2022-01-26 11:30:56     Rozerin Gultekin   STENBOL - Parêzer Jiyan Tosun têkildarî biryara neşopandinê ya derbarê giliyê sûc ê Garibe Gezer ê li dijî "êrişa zayendî" de da zanîn lêpirsîneke bi rêk û pêk nehatiye kirin, îfadeyên şahidan esas nehatine girtin, delîl jî tune hatine hesibandin û got:"Ev nîşan didin ku dosyaya mirinê çawa bi encam dibe."   Parêzerên Garibe Gezer a li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ya Kocaleliyê dihat girtin û îşkence, tecawiz lê hat kirin û piştre di 9'ê Kanûnê de hat qetilkirin derbarê peywirdarên girtîgehê de ji ber sûcên "Êrişa zayendî ya bi zaneyî","îşkence","Îhmala peywirê","Derbaskirina sînorê rayeya zextê" giliyê sûc kirin. Her wiha parêzeran derbarê bijîşk Îsmail Ulker de jî ji ber sûcê "Bikaranîna peywirê ya bi awayekî ne baş" giliyê sûc kirin. Lê belê bêyî ku lêpirsîneke berfireh bê kirin derbarê vê de biryara neşopandinê hatibû dayin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Alîkariyê ya li dijî Tecawiz û Destdirêjiya di bin Çavan de Eren Keskin, Jiyan Kaya û Jiyan Tosun de li dijî biryara neşopandinê ya Serdozgeriya Komarê ya Kandirayê di 5'ê Çileyê de daxwaznameya îtirazê dabûn 2'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Kocaeliyê. Lê belê dadgeriyê bi lezgînî biryara dozgeriyê "di cih de dît" û serlêdana parêzeran a di 18'ê Çileyê de red kir.    Parêzer dê dosyayê bibin AYM'ê   Parêzerên Garibeyê amadekariyê dikin ku dosyayê bibin AYM'ê. Ji parêzerên dosyayê Jiyan Tosun, têkildarî biryarê ji ajansa me re nirxandin kir. Jiyanê got:"Ji bo îdareya girtîgehê pak derkevin ev lêpirsîna bi awayekî lezgîn hat bidawîkirin."   Dozger îfadeyên gardiyan û rêveberiya girtîgehê negirtine!   Li ser gotinên Garibeyê parêzerên wê di 4'ê Cotmeha 2021'ê de derbarê peywirdarên girtîgehê de giliyê sûc dikin. Jiyanê da zanîn ku lêpirsîn piştî Garibeyê jiyana xwe ji dest daye dest pê kiriye û got lê belê lêpirsîna ku hatiye kirin jî ji ser re hatiye kirin û tenê ji bo ku bê gotin wa ye hatiye kirin pêk hatiye. Jiyanê bi van mînakana anî ziman ku çawa lêpirsîn bi rêk û pêk nehatiye kirin:"Îfadeya şahidan kêm hatin girtin. Îfadeya Asya ya xwişka Garibeyê nehat girtin. Dozger îfadeyên gardiyan û rêveberiya girtîgehê negirt. Loma em nikarin bêjin ev lêpirsîneke bi rêk û pêk e."   'Tiştên hatin serê Garibeyê hatin sansurkirin'   Jiyanê da zanîn ku dozger îdia kiriye Garibeyê tiştên hatine serê wê negotiye lê belê berî vêya Garibeyê xwestiye 16-17 nameyan bişîne lê belê ev hatine sansurkirin û wiha got:"Garibeyê bi nameyan xwestiye tiştên bi serê wê de hatine rave bike lê ev hatiye astengkirin. Dozgeriyê tenê bersivên ji îdareya girtîgehê esas girtiye. Lêpirsîn tenê ji ser vêya daye meşandin."   'Lêpirsînek bê alî nayê meşandin'   Jiyan diyar kir ku Denîz Tepelî diyar kir ku birayê Garîbe û şahidên din hemû tişt vegotine, ev îfade di biryara bêşopandinê de jî cih digirin, lê li ber çav nehatine girtin û wiha gotî, "Dibêjin ku ev kes endamên rêxistinê ne û sûcên wan ên din yek bi yek têne hejmartin, divê rêz ji îfadeyên wan re nayê girtin û gotineke wan a li gorî ehlaqê tune ye. Ji ber sûcê ku di dosyaya lêpirsînê de tê sûcdarkirin tên darizandin bi awayekî eşkere nîşan dide ku lêpirsîneke bêalî nehatiye kirin. Lê îfadeya kesekî ku di dosyayê de ji sûcê edlî tê darizandin di dosyayê de hatiye bicihkirin û encama lêpirsînê jî mîna îfadeya kesê ku li wê derê ji sûcê edlî tê darizandin hatiye girtin û ew kes dibêje, ' Ez fikirîm ku di be ji bo dewleta me reş bikin dikarin tiştên wiha bikin' û bi îfadeya kesekî ku tu eleqeya wî bi bûyerê tune ye îtîbar tê kirin û vê îfadeyê dikin dosyayê. Lê ji şahidên din re bi tu awayî rêz nehatiye girtin.”   'Ji girtîgehê bersîva pirsan nehatiye dayîn'   Jiyan anî ziman ku di dosyaysa mirina Garîbeyê de ji bo ku rêveberiya girtîgehê bê şofandin ev lêpirsîn bi lez bû bez hatiye qedandin û bûyer tenê ne êrîşeke zayendî ye, Garîbe destên wê kelepçekirî 24 saetan di hucreya bi sunger de hatiye girtin, lê di vî warî de jî di dosyaya lêpirsînê de tu tiştek tune ye. Jiyan wiha berdewam kir, "Garîbe çend saetan di hucereya bi sunger de hatiye girtin? Bersiva vê pirsê di nava bersîvên ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatine şandin de tune ye. Îdayên îşkence û muameleya xirab jî ji nedîtî ve hatine."   'Şahid derewkar derxistin'   Jiyan diyar kir ku sûcên êrîşa zayendî bi piranî li cihên girtî pêk tên û sûcê ku herî zahmet tê îspatkriin e, li girtîgeha Knadirayê hem jinên din û hem jî Garîbe di bin tecrîdê de hatine hiştin û ji ber vê jî ne pêkane kesên ku bûyer bi çavên xwe dîtibin hebin.  Jiyan wiha berdewam kir, "Ew li qawûlên dûr dimînin û nikarin bibihîzin ku li erdê hatiye kaşkirin. Garîbe piştre ji hevalên xwe re radigihîne ku çi hatiye serê wê. Di derbarê van sûcên êrîşa zayendî de, jixwe biryara Dadgeha Bilind heye ku divê piştî êrîşê vegotina bûyerê ji kesekî din re esas bê girtin.  Lê belê dozgerî dibêje ku bûyereke wiha tune ye, ev tenê derewa li rêveberiya girtîgehê hatiye kirin e û ji bo reşkirina dewleta me ye. Di bersivên girtîgehê de ev kes ji bo ku dewleta me şermezar bike vê yekê dike."   'Dîmenên odeya bi sûner tune ne'   Jiyan got ku dîmen tenê çend deqeyan dikişînin û di dîmen de tenê kaşkirina garîbeyê heye û kesên zana jî li gorî vî dîmenî nirxandin kiriye. Jiyan waih dirêjî da axaftina xwe, "Di dosyayê de dîmenên 2 deqîqe, deqîqeyek û nîv û yê dema Garîbeyê kaş kirin hatiye kişandin. Ji xeynî wê, tu dîme ntune ye. Odeya bi sunger odeyekê ya ku 24 saetan tê şopandin e, lê tu dîmenên wê tune ne. Piştî ku ode hat paqijkirin wêne kişandine. Ya ku diviyabû bibûya ew bû ku dozgeriyê yekser dîmen hemû ji girtîgehê bigirta. Li vir sûcdar rêveberiya girtîgehê ye. Dîmenên hatine qutkirin û li rêveberiya girtîgehê li gorî berjewendiyên xwe şandine. Piştî ku biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê hat rakirin, dema ku em çûn û dosya stend, me dît ku CD'ya dîmen tê de şikestiye.”   'Hevîdtinên me tên guhdarkirin gelo?'   Jiyan anî ziman ku dema ew di 19'ê Tebaxa 2021'ê de bi Garîbeyê re axivîne, ji wan re gotiye ku êrîşa zayendî lê hatiye kirin û wan jî li ser vê gilî kirin. Ji ber vê ye ku îdayên tên gotin Garîbe tişta hatiye serê wê ji wan re vengotiye ne rast in. Jiyan wiha dirêjî da axaftina xwe,"Dozgerî nizane ku muwekîl ji parêzerên xwe re çi gotiye. Ji ber ku qeydkirin û guhdarkirina van hevîdtina qedexe ye. Em dipirsin gelo hûn hevdîtinên me qeyd dikin û bi dizî guhdarî dikin? Em vê jî nizanin. Lê dozger inzane ku muwekîla me ji me re çi gotiye."   Delîl ji nedîtîve hatine   Jiyan diyar kir ku Dadgeriya Sulh Cezayê 'li gorî usulê dîtiye' û dosya girtî ye û delîl ji nedîtîve hatine. Jiyan wiha dawî li axaftina xwe anî, "Ev nîşanî me didin ku dosyayên mirinê çawa bi encam dibin. Ji ber ku biryar hatiye dayîn em êdî nema dikarin serî li tu derê bidin û ji ber vê em ê serî li Dadgeha Bingehîn bidin."