Doza faşîşt Onur Gencer jê tê darizandin, hat taloqkirin 2022-01-24 21:41:49   ÎZMÎR - Rûniştina doza faşîst Onur Gencer ê Deniz Poyraz qetil kir jê tê darizandin hat taloqkirin.   Danişîna doza Denîz Poyraz ku di 17'ê Hezîrana 2021'ê de Onûr Gencer êriş biribû ser avahiya HDP'a Îzmîrê û li avahiyê Denîz Poyraz qetil kiribû, li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Îzmîrê hat lidarxistin. Danişîn piştî îfadeyên şahidan bi dawî bû.    Ajovanê texsiya ku di 17'ê Hezîranê de kujer Onûr Gencer anî ber avahiya HDP'a Îzmîrê Îbîş Işik got: "Onûr Gencer mişteriyê rawestgeha me bû. Tu mervatiyek me tune ye. Min Onûr Gencer ji ÎTO'yê girt û got, dê biçe cihê kursa îngilîzî. Min wî saet di 10.55'an de danî. Di destê wî de çenteyek hebû. Onûr Gencer ji min re got, '4-5 polîs xwe kuştine.' Kesekî hîperaktîf bû. Gava min ew bir Otêla Termalê ya Balçovayê, wê çaxê min ferq kir ku kesekî hîperaktîf e. Di hundirê erebeyê de nedisekinî. Min hîperkatîfbûna wî bi vî awayî ferq kir. Ji TEM'ê telefon kirin, saet li dor 14.00'an. Ez ji bo îfadeyê çûm û ez li wir bi bûyerê hesiyam."    Şahid Îbîş pirsên parêzer Turkan Aslan Agaç bersivandin. Îbîş, ragihand beriya qetlîamê bi 3 mehan kujer Onûr Gencer bi texsiyên rawestgeha wan tim çûye hatiye û got: "Hema bibêje hemû hevalên me ew birine û anîne."    Îbîş, ragihand ku wî û Onur tenê li ser xwekuştina polîsan sohbet kiriye û got: "Biçûna ku bi tenê bû. Ez û wî 3 caran leqayî hev hatine. Wekî sohbet, tenê me li ser polîsên xwekuştinê xeber daye. Got, 'Meriv nizane dê 10 deqe şûn de çi bê serê meriva.' 15 deqe bi şûn de jî min ew daxist. Beriya wê me qet sohbet nekiriye."    Îbîş, îfadeyên xwe yên li midûriyeta polîsan dabûn dubare kirin.    Şahidê duyem Teknîkerê Turk Telekomê Efe Akdemîr jî anî ji bo belgeya SRC'ê çûye wir û got: "Li qata binî ya Akademiya Alsancayê ye. Me taştê dixwar. Gava em çav bi qelebalixiyê ketin hevalên em kesên di ezmûnê de çûn meydanê."    Şahidê Sêyem xebatkarê Turk Telekomê Hayrettîn Dînçer jî diyar kir ku ew û hevalê xwe Efe li heman kafeyê bûne û got: "Ez Onûr Gencer nas nakim. Min nizanibû bûyer li ku çêbûye. Ez ji bo ezmûneke saziya me li wira bûm. Saet li dor 11.00'an gava em li kafeyê bûn, em pê hesiyan. Polîs hatin. Em bi vî awayî pê hesiyan. Wê çaxê me nizanibû kes miriye. Nayê bîra min tam. Em li qata jêr a avahiyê bûn."    Şahid Îlkay Manav jî parastineke wekî ya Hayrettin û Efe kir. Şahid Serhan Yalçin jî diyar kir ku roja bûyerê li Akademiya Alsancê di ezmûnê de bûye û bi vî awayî bi bûyerê hesiyaye.    Şahid Huseyîn Turkyilmaz jî îfadeyek wekî ya şahid Serhan Yalçin da.    Piştî şahidan parêzera malbatê Turkan Aslan Agaç jî diyar kir ku fikara wan ku delîl bên windakirin heye û xwest delîl bi baldarî bên berhevkirin.    Piştî parastin û îfadeyan meqama îdiayê jî xwest şahidên îfadeyên wan nehatin girtin bi zorê wan bînin danişînê û li benda bersiva nivîsên talîmatê yên derbarê Olgûn Yuksel û Ogûlcan Dînçsever de hatine nivîsandin jî bê sekinandin. Meqama îdiayê xwest derbarê girtina kujer de biryara girtinê bê dayîn.    Heyeta dadgehê jî di biryara navberê de daxwazên parêzeran qebûl kir. Heyetê biryar da ku ji midûriyeta polîsan re bê nivîsandin ku dîmen û wêneyên cihê bûyerê bi awayekî xwerû bên şandin û bê nivîsandin bê saet di çendan de çûne bûyerê. Her wiha dadgehê biryar da ku birayên Denîz Poyraz ên girtî jî di danişîna bê de tevli danişînê bibin û ji bo girtî Kamûran Poyraz jî bi SEGBÎS'ê tevli danişînê bibe muzakere ji girtîgehê re bê nivîsandin.    Heyeta dadgehê biryar da ku girtina kujer Onûr Gencer bidome û danişîna taloqî 29'ê Nîsana 2022'yan kir.