Dayika Deniz Poyraz: Em ê dev ji doza xwe bernedin 2022-01-24 19:41:36   ÎZMÎR – Dayika Deniz Poyraz, Fehîme Poyraz a di doza Denîz Poyraz de axivî wiha got:"Xwedê agir berde mala wî kujerî. Em ê dev ji doza xwe bernedin."   Danişîna doza Denîz Poyraz ku di 17'ê Hezîrana 2021'ê de li avahiya HDP'a Îzmîrê ji hêla Onûr Gencer ve hatibû qetilkirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Îzmîrê didome. Piştî parastina kujer Onur malbata Deniz, parêzerên malbatê û HDP'î axivîn.    Parêzer malbata Denizê Turkan Agaç Aslan, xwest pirsên ji kujer Onur tên pirsîn di celseyeke din de bên pirsîn. Turkan, destnîşan kir ku lêpirsîna kujer baş nehatiye kirin û dixwazin pirsên xwe di celseyeke din ji kujer bipirsin. Turkan, ragihand ku heyeta dadgehê pirsên krtîk ji kujer nekirine û got: "Em dixwazin di celseya bê de, mafê xwe yê pirsan bi kar bînin. Pirsên me yên têkildarî zelalkirina bûyerê de hene."   Turkan, ji heyeta dadgehê re got ew dixwazin pirsên xwe wekî lîsteyekê berpêş bikin.    Her wiha Turkan destnîşan kir ku deriyê piştî heyeta dadgehê li ser piştê ye û yên li wir polîs in û dixwazin bandorê li Gencer bikin.    Piştî daxwazên parêzeran heyeta dadgehê mafê gotinê da malbata Denîz Poyraz.    'Ev kujer çûye Minbicê û ji wir hatiye'   Bavê Deniz Poyraz, Abdullîllah Poyraz, parastina xwe bi kurdî kir. Abdullîlah pêşî malavayiya hemû kesên tevli danişînê bûne kir.    Abdullîlah got: "Ev kes li ber çavê min ji DAIŞ'iyan xirabtir e. Ev kujerek e. Heqekî wî tune ye dest bide jinekê jî. Ji dêvla Denîzê dêya wî, xwişka wî bûna, dê çi bifikiriyana? Divê tiştên kirine bîne ber çavê xwe. Tenê ne ji bo Denîzê, ji bo hemû jinan doza edaletê dikim. Ev kujer çûye Minbicê û ji wir hatiye. Li wir perwerde bûye û Denîzê şehîd xist. Denîz, şehîda me hemûyan e. Ev kujer gava daket jêrê polîsan jê pirsî, 'keko navê te çi ye?' Xwezî wan polîsan gava em çûn dozgeriyê ji me bipirsiyana û bigotana 'kê keça we kuşt?' Polîsên li ber derî alîkariya kujer kirin. Ez dixwazim ev polîs bên tespîtkirin. Dixwazim bê cezakirin."    'Ez doza heq û hiqûqê dikim'   Paşê Fehîme Poyraz axivî. Fehime got: "Agir bi kezeba min ket, bila yê kesine din nekve. Xwedê agir berda mala wî kujerî. Ez bi dermanan li ser pêya me. Ez kabûsan dibînim. Pêşî çekê bera çoka keça min dide û bi dû re bi kêrê îşkenceyê lê dike. Ew terorîst e. Em dibêjin; em xwişk û bira ne. Em ehlê aştiyê ne. Em ê dev ji doza xwe bernedin. Em şer naxwazin. Bila dayik negirîn, bila dilê bavan neşewite. Mirov çawa keseke bê parastin dikuje? Ew qasî rihet xeber dide, dibêje 'kela dilê min rihet nekir.' Dilê min ew qas diêşe... Ewilî divê kesên ew perwerde kirin bên cezakirin. Tahdeya keça min negihaye gêrikekê jî. Min birînên wê dîtin. Ew di hemû wêneyên xwe de dikeniya. Hê jî dikene. Ez heq û hiqûqê ji gelê xwe re dihêlim. Em hemû Denîz in. Ên li vê hêwanê hemû Denîz in. Bila bê zanîn. Xwe disipêre kê ku ev qasî rihet diaxive? Bila heq û hiqûq pêk bê. Ez doza heq û hiqûqê dikim."    PIştî axaftina dayik Poyrazê yên li hêwanê li çepikan xistin.    'Kujer nisîb ji însanetiyê negirtiye'   Suleyman Poyraz birayê Denîz Poyrazê yê girtî jî tevli danişînê bû û got: "Ev kujerê li ber çavê me, nesîb ji mirovahiyê negirtiye. Kesê nesîb ji mirovahiyê girtibe qetlîamek wiha nake. Bi awayekî alçax xwişka min Denîzê, hevrêya min kuşt. Ez xwişka xwe Denîzê ya şehîd ket bi hez bi;bîr tînim."    Heyeta dadgehê li ber van gotinên Suleyman Poyraz rabû û got, usûlek wiha tune ye.    Suleyamn di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ev komkujî bi destê kesekî tenê nehatiye kirin û got: "Li pişt vê hêzeke kûr heye. Ez dixwazim ev kes bên eşkerekirin. Ez dixwazim têkiliyên wî yên bi SADAT'ê re bên vekolandin. Ev bi destê dewleta tarî hatiye kirin. Ji ber ku her roj HDP'Ê terorîze dikin, rewş hat vê astê. Serî digihê kê bila bigihê, divê baş bê vekolandin û kesên ferman dane û tetikkêşî kirine bi awayekî giran bên cezakirin."    Xwişk Rahşan Poyraz jî got: "Bi zorê bêhnê distînim. Nikarim bêdeng bimînim." Rahşan bang li kujer Onur kir û got: "Wer ez li vira me, ez Denîz im."    Bira Îbrahîm Poyraz ê girtî jî tevli danişînê bû. Îbrahim lhemû kesên tevli danilşînê bûn silav kirin û xwest kujer bê cezakirin.    Paşê Hevserokê HDP'a Îzmîrê Abdulkadîr Baydûr jî axivî. Abdulkadir behsa tiştên wê rojê qewimîn kirin û got, kujer Gencer ji bo komkujiyekê hatiye avahiya partiyê.    Rêvebirê HDP'a Îzmîrê Ramazan Efendîogûllari jî tiştên roja bûyerê hatine serê wî gotin. Ramazan, ragihand ku wî û Denîz Poyraz çay çêkirine û bi hev re vexwarine û got: "Paşê ez çûm balafirgehê. Deriyê avahiyê vekirîbû yan kujer ew vekiriye nizanim. Ez dixwazim ew jî bê vekolandin. Bi telefonê ji me re gotin avêtin ser avahiya partiyê."    Danişîn bi îfadeyên şahidên din didome.