Di doza Pinar Gultekin de rapora ATK'ê pêşkêşî dadgehê hat kirin 2022-01-24 16:43:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 9'emîn rûniştina doza ku bersûcê Pinar Gultekîn jê dihat darizandin de rapora ji ATK'ê hat, hat xwendin. Hat diyarkirin ku berî Pinarê jiyana xwe ji dest bide îşkence lê hatiye kirin.    Xwendekara Zanîngeha Mûglayê Pinar Gultekîn a ji Bedlîsê ji aliyê Cemal Metîn Avci ve hatibû qetilkirin. Kujer û bersûcên din ji vê qetlilkirinê tên darizandin. Rûniştina 9’emîn a dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûglayê tê lidarxistin. Kujer ji girtîgeha lê dimîne bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û bersûcên ne girtî jî li eywana danişînê amade bûn.    Rapora ATK'ê   Di rûniştinê de rapora ji Desteya Jorîn a Sêyemîn a Serokatiya Saziya Tiba Edlî (ATK) hatibû şandin hat xwendin. Di raporê de tê gotin hêj Pinarê beriya jiyana xwe ji dest bide hatiye şewitandin û ev yek bi piraniya dengan hatiye pejirandin.    Daxuyaniya jinan   Beriya rûniştinê jinan li ber avahiya edliyeyê daxuyanî dan. Jinan wêneyên Pinarê hildan û komkujiyên jinan şermezar kirin. Jinan xwestin ku kujer bi cezayê herî giran were cezakirin.