Doza malbata welatiyên ku hatin qetilkirin hat taloqkirin 2022-01-24 11:19:41     AMED - Rûniştina yekem a doza tazmînata 250 hezar Euro ya li malbata 5 kesên bi qelibandina wesayita zirxî jiyana xwe ji dest dabûn hatibû vekirin bi hinceta yên hember beşdar nebûne hat taloqkirin.    Di 20'ê Hezîran 2017'an de wesayita cendermeyê li ser rêya Amed-Çewligê li wesayita ku 5 kes tê de bûn qelibî bû û 5 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Wezareta Navxweyî di 2017'an de li malbata Fikri Demirbaş bi hinceta "wesayita zirxî zirar dîtiye" doza tazmînata 250 hezar Euro hat vekirin û rûniştina yekem li 3'yemîn Dadgeha Hiqûqê ya Esliyeyê hat dîtin. Di rûniştinê de "Malbata Demirbaş" û parêzerê wan Velat Bozhan amade bûn.    Rûniştinê bi tespîta nasnameyê dest pê kir û bi hinceta yên li hember beşdar nebûne rûniştin taloqî 16'ê Adarê hat kirin.